Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêveberiya Xweser îdiayên Lavrov bersivand

Daîreya Têkiliyen Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniyên Segey Lavrov daxuyanî da. Rêveberiya Xweser da zanîn ku Rêveberiya Xweser her tim ji diyalogê re vekiriye û dewleta tirk agirbestê binpê dike. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku divê Rûsya rola xwe ya garantoriyê çalaktir pêk bîne

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniyên wezîrê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov ên têkildarî cîdiyeta Rêveberiya Xweser a ji bo diyalogê û pêkanîna bendên peymana agirbestê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Ji 9’ê cotmehê destpêka êrîşa dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, dewleta tirk li gorî hewldan û tedbîrên ku cîgirê serokê Amerîkayê di 17’ê cotmehê de li dewleta tirk ragihandî û yên peymana Soçiyê tevnegeriyaye.

Bi hinceta agirbestê û qaşo herêma bi ewle, êrîşeke bêserûber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi ewle ku di nav de Til Temir, Eyn Îsa û Rêya M4 hene, tê kirin. Di encama van êrîşan de 350 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn. Her wiha bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Demografyaya herêmê jî tê guherandin.

Wezîrê Wezaret Karên Derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov di 26’ê mijdarê de li Moskovê dubare ragihand ku Rêveberiya Xweser di diyalogê de ‘micid’ nîne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi diyalogan kiriye û hêj kar û xebata di çarçoveya diyalogan de berdewam e. HSD li gorî hevpeymana agirbestê tevgeriya û ji herêmên sînor vekişiya. Di heman demê de Rêveberiya Xweser û HSD’ê ji bilî hin xalên hevpeymana Soçiyê, hevpeyman erê kir. Di vê çarçoveyê de bi Şamê re ketin nava diyalogê û hêzên artêşa Sûriyeyê li seranserê sînor belav kirin. Rêveberiya Xweser di vê çarçoveyê de li Sûriyeyê kar û xebatan xwe dimeşîne. Di heman demê de dewriyeyên polîsên Rûsya û Tirkiyeyê bi serpereştiya polîsên leşkerî yên Rûsyayê hate erêkirin.  Her wiha me her teqezî li ser çareserî û diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê dikir.

Lê xuya dibe ku divê Rûsyayê di pêkanîna erka xwe de çalaktir be. Li ser vî esasî weke Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina diyalogên li gel Şamê re me tedbîrên pêwîst girtin û ji diyalogê re amade ne. Me her dem got ku divê xebat di nava sînorên Sûriyeyê de bên kirin . Ji ber ku em sûriyeyî ne.

Diyaloga bi Şamê re piştî me gavek erênî avêt, girîng e. Lê aliyê din heta niha xwe zelal nekirine. Ev jî nîşan dide ku diyalogên siyasî naxwazin. Lewma em dibêjin ku bila Rûsya rola xwe ya garantoriyê hîna çalaktir pêk bîne. Em alîgirên aramiyê ne û dixwazin êrîşa dewleta tirk bisekine. Me tu lihevkirin binpê nekirine û ji her diyalogê re amade ne. Helwesta me ya der barê diyalogê de aşkera ye. Tu têkiliya helwesta me bi hebûn û guherîna rewşa Amerîkayê re nîne.

Qewimînên li herêmê di çarçoveya parastina rewa de ye û Rûsya jî baş dizane ku herêmên îro têne hedefgirtin, li derveyî lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta tirk de ne. Li ser vî esasî divê komîteya lêpirsînê der barê kiryarên ku Tirkiyeyê yên li seranserê herêmên Sûriyeyê pêk tîne, hebe. Lê belê daxuyaniyên ku yekser piştgiriyê didin Enqere û çeteyên wê, nîşan dide ku di kiryarên li dijî Sûriye û gelê wê de bi israrin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar