Li taxa Eşrefiye ya Efrînê seyareyeke bombebarkirî hate teqandin. Encama teqînê nehat zanîn
Li bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê ku ji hêla hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ve hatiye dagirkirin, aloziya heyî roj bi roj zêdetir dibe. Hêzên dagirker ên ku rojane rastî çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) tên, li hêla din jî li dijî wan hema hema rojane êrîşên bombeyî pêk tên.
Di vê çarçoveyê de li taxa Eşrefiye ya Efrînê seyareyeke bombebarkirî hate teqandin.
Têkildarî encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. EFRÎN