Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Cejna vejînê li Başûr bi coş tê pîrozkirin

42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê li başûrê Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li Silêmaniye û Ranyayê ciwanan li ser çiyayên bilind bi agir navê PKK’ê nivîsandin û alên PKK’ê vekirin

Bi boneya 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê, li başûrê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de ciwanên Silêmaniyê û Ranyayê bi çalakiyên cuda damezirandina PKK’ê pîroz kir. Di heman demê de li Binarê Qendîlê cejna vejînê bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Di vê çarçoveyê de Jinên Gencanî Têkoşer û Gencanî Welatparêz ên Silêmaniyeyê şevê din bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê li serê çiyayê Ezmar bi agir navê PKK’ê nivîsand. Ciwanan piştre jî fîşekên hewayî teqandin.

Alên PKK’ê vekirin

Jinên Gencanî Têkoşer û Gencanî Welatparez şevê din li li serê çiyayê herî bilind ê Ranyayê jî agir pêxistin û 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin. Her wiha ciwanan li serê çiya alên mezin ên PKK’ê jî vekirin.

Pîrozbahiya li Binarê Qendîlê

Bi heman boneyê li Binarê Qendîlê jî dê şahiya pîrozbahiyê bê lidarxistin.  Şahî dê dê sibê saet di 10.00’an de destpê dike. Di şahiyê de her wiha dê hunermend Berhem Şemamî û Koma Hunerî ya Şehîd Serhed û komên şanoyê û foklorê jî amade bin. Her wiha wê axaftin ji werin kirin.

Komîteya Amadekar a Pîrozbahiyê banga beşdarbûnê  li xelkê başûrê Kurdistanê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar