Li Tirkiyeyê êrîş, pişaftin û tunehesibandina li dijî zimanê kurdî her ku diçe mezin dibe. Hevseroka DÎSA-DER’ê Ozlem Aydemîr diyar kir ku li dijî êrîşan parastina herî girîng axaftina kurdî ye
Di rojên dawî de li Tirkiyeyê zext û êrîşên li ser zimanê kurdî zêde bûne û kesên ku bi kurdî diaxivin bi zext û lînçkirinê re rû bi rû dimînin. Der barê polîtîkayên pişaftin û êrîşên li ser zimanê kurdî de hevseroka Lekolînerina Saziya Ziman, Çand û Hûnerê (DÎSA-DER) Ozlem Aydemîr axivî.
Aydemîr diyar kir ku bi êrîşên li ser zimanê kurdî dixwazin hebûna kurd tune bikin û got ku pêdivî herî zêde bi axaftina bi kurdî heye.
Aydemîr di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku civak bi zimanan tên avakirin û got ku civakên zimanê wan ber bi tunebûnê ve diçin êdî ji hev belav dibin, tune dibin û wiha domand: “Kesên ku dixwazin civakan tune bikin di serî de zimanê wan tune dikin û bi vê re civakan ber bi tunebûnê ve dibin. Kurd jî heta niha bi polîtîkayên cur bi cur tune hatine hesibandin, hatine qetilkirin û zimanê wan çanda wan û bawerîyên wan heta îro jî tune tên hesibandin. Em li herêmê her sibehê bi tayînkirina qeyûman hişyar dibin. Bi awayekî bê hiquqî vîna gelê kurd binpê dikin. Armanc ne tenê vîna me ye di bingeha xwe de armanc zimanê me ye.”
‘Mirov çiqas zimanê xwe bi kar bîne ewqas pêş dikeve’
Aydemîr bal kişand ser xwedîderketina li ziman û da zanîn ku xwedîderketina li ziman bi têkoşînê pêkan e û wiha pêde çû: “Ya ku civakekê netewekê dide nasîn çand û ziman e. Ji ber vê jî zimanê me qedexe dikin. Di salên dawiyê de nerazîbûnên li ser zimanê me hatine asta herî jor. Piranî li bajarên Tirkiyeyê kurd ji ber ku kurdî diaxivin bi awayekî nîjadperestî û faşîzanê rastî êrîşên fîzîkî tên. Ev kes hêza xwe ji dewletê digirin ji ber ku nayên darizandin. Lê em ê tu carî li hember van êrîşan serî natewînin li ku derê be bila be, em ê her tim zimanê xwe biaxivin û her tim parastina zimanê xwe bikin.Têkoşîna herî bi bandor herî bi nirx xwedîderketina li ziman e, ziman jî wek tiştên zindî ye wek em bibêjin nebatekê ye çawa nebatekê xwedî dikî av didî ev nebat şîn dibe geş dibe mezin dibe ziman jî wisa ye. Mirov çiqas lê xwedî derkeve zimanê xwe biaxive li ser zimanê xwe binivîse ew ziman jî pêş dikeve, dewlemend dibe û nayê tunekirin.”
Parastina ziman
Her wiha Aydemîr derbirî ku têkoşîna herî bi nirx xwedîderketina li zimanê dayikê ye û wiha bi dawî li axaftina xwe ani: “Li dijî êrîşan parastina herî pîroz xwedî derketina zimanê dayikê ye. Li dijî pişaftinê, tunekirinê û tunehesibandinê parastina herî bi nirx zêdetir kurdî axaftin e. Divê kurd her qadên jiyanê bi kurdî bixemilînin.” WAN