Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Jinwar ji hemû jinên cîhanê re bû hêvî’

Aktîvîsta TJA’yê Sever Uzun diyar kir ku divê xwedî li gundê jinan Jinwarê ku ji hemû jinên cîhanê re bû hêvî û ji ber êrîşên dewleta tirk hat valakirin, bê derketin

Şoreşa ku jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jê re pêşengî kir, bû navendeke gelek xebatên ku ji cîhanê re bû mînak. Jinên di 2014’an de li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînek mezin dan, aliyê din jî ji bo azadî û axa xwe têkoşiyan, li aliyê din jî qada jiyana xwe, meclisên xwe ava kirin û şoreşa jinan pêk anîn. Yek ji van xebatan a herî girîng jî gundê jinan a Jinwar bû. Gund di 2017’an de di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan de hat avakirin. Lê gundê jinan piştî ku dewleta tirk li hemberî Rojava êrîş da destpêkirin ji bo demekê hat valakirin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sever Uzun bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û kelecana ku hatiye afirandin û got ku divê xwedî li Gundê Jinwarê bê derketin.

Uzun destnîşan kir ku Jinwar yek ji mînakên herî girîng a ku jiyanek alternatîf ne ütopya ye û wiha got: “Cîhana xeyala jinê, zanebûn û evîna wê ya bi axê re, li vê qadê ket jiyanê. Ev ji bo me kelecanek mezin bû. Danî holê ku modelek jinê ya alternatîf e. Şoreşa jinê ya Rojava li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê, li dijî serdestiya mêr pêk hat. Jinan bi ked û fedekariyek mezin, bi têkoşînê jiyanek nû ava kirin. Hîn jî di bin şert û mercên şer de birînan dikewînin û hewl didin jiyanek nû ava bikin.”

‘Divê em xwedî li vê modelê derkevin

Uzun di axaftina xwe de bang kir ku divê rêxistinên jinan ên civanê xwedî li Jinwarê derkevin û ev tişt anî ziman: “Divê em xwedî li vê modela jiyanê ya ku ji me re bû hêvî, derkevin. Mêjiyê mêr ê mîlîtarîst bi heman awayî li Tirkiyeyê jî êrîşê pergala hevserokatiyê dike. AKP li dijî nûneriya wekhev e. Bi qeyûman êrîşê îradeya me dike. Dijminahiya AKP’ê ya li hember jinê îdeolojîk e. AKP ev 17 sal in ji bilî hepskirina jinê polîtîka neafirandiye. Ev zîhniyeta paşverû xwedî li kujerên jinan derdikevin. Li gorî peymana Stenbolê tevnagerin. Çav berdidin mafê nefeqeyê. Îradeya gel xesp dikin.”

Her wiha Uzun axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêza ku ji Xwişkên Mîrabel, Sakîne, Hevrîn hatiye girtin, dê îro jî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tenê bi xwedîderketina li mafan sînor nemînin û li destkeftiyên jinan, hîn bêtir destkeftiyan zêde bikin. Tevlibûna jinan a ji bo her qadê wê aştî û demokrasiyê jî bîne Tirkiyeyê.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar