Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ev helwest xizmetê ji yekitiyê re nake

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh çû Enqereyê. Çûyîna Barzanî jî weke ‘Piştgiriya bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk re û rewakirina dagirkeriya li Rojava’ hate xwendin. Di demekê ku kurd qala yekitiya neteweyî dikin de hatina Barzanî rastî bertekan tê

Di serdemekê ku dewleta tirk bi awayekî vekirî rojavayê Kurdistanê tevî çeteyên xwe dagir dike de hatina Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê mirov dikare weke beşek ji rewakirina êrîşan û dagirkeriyê bihesibîne.

Weke ku tê zanîn dewleta tirk hem li Bakur û hem jî li parçeyên din ên Kurdistanê kengî êrîşî gelê kurd û destkeftiyên wan kiribe, di raya giştî de ji bo rewakirina van êrîşan rayedarên Başûr vexwendine Enqereyê. Di êrîşên li dijî Bakur û yên li dijî Efrînê de jî heman senaryo pêk hat. Mixabin rayedarên Başûr jî di bin navê ‘Têkiliyên dîplomatîk’ de bûn parçeyek heta ku aliyekê van êrîşan.

Ev demeke dewleta tirk ji bo êrîşkirina Şengalê û dagirkirina wê di qada navneteweyî û ya herêmî de xebatên dîplomatîk dimeşîne. Dema vê xebatê dike jî hinceta ‘PKK li wir e û tunekirina wê ya li wir mafê min ê parastina rewa ya ewlehiyê ye’ nîşan dide. Balkêşe ku tekane hêza ku piştgiriyê dide vê hincetê, rayedarên başûrê Kurdistanê ne.

Di demekê de ku ji her demê zêdetir bangên ji bo yekitî û yekrêziya hêzên kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê tên kirin û her kes li hêviya hemû aliyên siyasî yên kurd e ku bersivekê bide van bangên gel.

Di demekê de zêdeyî 300 hezar xelkên rojavayê Kuridstanê ji cih û warên xwe hatine kirin û êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê li ser rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Serdana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bo hikûmeta Tirkiyeyê tê wateya destekirina van êrîşên dagirkeriyê û kuştin û talankirina xelkên rovayê Kurdistanê.

Di demekê de ku hemû destkeftiyên kurdan bi gefeke mezin a dewleta tirk re rû bi rû ne serdaneke wiha dê rastî nerazîbûna gelê kurd li her çar aliyên cîhanê were.

Di demekê de ku rojane bi sedan welatiyên kurd li hemû bajarên bakurê Kurdistanê tên girtin û binçavkirin.

Wekî ku berê jî di medyayê de hatibû belavkirin ev serdan ji ber êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê hinekî hatibû paşdexistin lê bi rastî her kesî li hêviya hikûmeta başûrê Kurdistanê bû ku helwesteke xwe ya li hemberî van êrîşan bîne ziman lê mixabin berevajî wê yekê daxuyaniyên ku ji alî rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê ve hatin kirin li şûna şermezarkirina wan êrîşan daxuyaniyên rewakirina wan êrîşan dan.

Beriya demekê daxuyaniya serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî rastî nerazîbûneke mezin a gelê kurd hat. Nêçîrvan Barzanî bi zimanê medya û rayedarên tirk axivî û wiha got: ‘Hikûmeta tirk ne li dijî gelê kurd de ew li dijî PKK şer dike.’

Her kes dizane ku ew êrîş li dijî destkeftiyên kurdên Rojava hatine kirin û berpirsên tirk gelek caran di daxuyaniyên xwe de ew yek aşkera anîne ziman. Di rastiya xwe de ew bi zelalî dibêjin armanc Heleb, Mûsil û Kekûkê ye lê rayedarên me dibêjin na armanc PKK ye.

Lewre jî ev serdan wekî berdewamiya wê daxuyaniyê tê û sedemê serdanê çi dibe bila bibe ew dikeve xizmeta vê hişmendiya qirker û rewabûnê dide êrîşên li dijî gelê kurd bi giştî.

Çavuşoglu Mesrûr bikar anî

Piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî bi wezîrê karên derve yên Tirkiyeyê re di daxuyaniya ku hate dayîn de jî Çavuşoglu xwest ku ji vê yekê sûd werbigere û bi amadebûna Barzanî gazinc û rexneyên xwe li siyaseta Amerîkayê kir û got çawa wan 30 hezar ton sîlah daye YPG’ê. Bê guman bi sedê caran rayedarên tirk ev nerazîbûn ji Amerîkayê re anîne ziman û gelek caran rû bi rû ji rayedarên Amerîkayê re gotine. Lê mixabin li vir û bi amadebûna rayedarekî kurd Çavuşoglu dixwaze vê yekê bêje ku kurd jî wekî me difikirin û ew jî li dijin ku alîkariya YPG’ê were kirin.

Lê sed mixabin gotineke xêrê ji devê Mesrûr Barzanî derneket û tiştek negot. Bi kêmanî wekî kurdekî divê behsa kuştin, talankirin, koçberkirina bi hezaran kurd li Rojava kiriba, nerazîbûna xwe li dijî kiryarên hovane yên komên çete anîba ziman ku bi serkêşiya hikûmeta tirk parçeyekî ji axa Kurdistan talan û wêran dikin. Diviyabû nerazîbûna xwe li dijî operasyonên qirkirina siyasî ên li dijî partiya HDP û welatparên kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên kirin anîba ziman.

Li şûna wê peyamên ku dilê hikûmeta tirk xweş dike da û wiha got: “Hebûna PKK ya li Şengal û Iraqê ne rewa ye.” Ango; ‘Wekî operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Şengalê jî em rewa dibînin.’ Lê ji bîr dike ku ji xwe Tirkiyeyê gav bi gav û bi hincetên cuda dê dest bavêje destkeftiyên kurdan ên li Başûr jî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar