Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Neteweyên Yekbûyî ji bo Zîmbabweyê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî hişyar kir ku li Zîmbabweyê ku welatekî xizan ê Afrîkayê ye bi milyonan mirov bi rengekî cidî di nava metirsiya birçîbûnê de ne

Raportora taybet Hîlal Elver ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate wezîfedarkirin hişyar kir ku li Zîmbabweyê ku nifûsa xwe 15 milyon e, ji sedî 60 şêniyên wî welatî birçîne. Elver li paytexta Zîmbabwe Harareyê di civîna çapemeniyê de axivî û destnîşan kir ku Zîmbabwe yek ji çar welatan e ku ‘bêewlehiya xurekê’ di asta herî bilind de ye.

Raportora Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 5.5 milyon mirovên ku xwarin bi destê wan nakevin li herêmên bejahî ne û destnîşan kir ku ev rewş yek ji encamên zuwatiya li herêmê ye.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ku di civîna çapemeniyê de detayên wê hate ragihandin, li Zîmbabweyê 2.2 milyon mirov bi pirsgirêka peydakirina xurekê re rû bi rû ne û her wiha di peydakirina ava vexwarinê û xizmetên tenduristiyê de jî kêmasiyên mezin hene.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî pirsgirêka birçîbûnê ya li wî welatî di nava çend hefteyan de dikare girantir bibe. Di raporê de hate ragihandin ku ger bi lezgînî tiştek neyê kirin wê herî kêm 8 milyon mirov bikevin nava metirsiya birçîbûnê. HARARE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar