Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk malbatên DAIŞ’î li malên kurdan bi cih dike

Welatiya bi navê H.U. ya Girê Spî da zanîn ku dema xwestin vegerin mala xwe, çeteyan gefa kuştinê li wan xwar û bi zorê ji bajar derxistine. U. diyar kir ku li şûna malên kurdan ên li Girê Spî, malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Dêrazorê û deverên din ên Sûriyeyê hatine bicihkirin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, lez dan xebatên xwe yên guherandina demografyaya herêmê. Di vê çarçoveyê de malbatên kurd, ereb, suryan û pêkhateyên din ên ku xwecihên van herêman bi darê zorê ji malên wan derdixînin û li şûna wan jî malbatên çeteyan û tirkmen, ereb û kesên ji welatên cuda anîne bi cih dikin.

Yek ji van malbatên ku ji herêmê hatine derxistin jî malbata H.U. ye. H.U. ji kurdên Girê Spî ye. U. serpêhatiya xwe ji ANHA’yê bi Hêza Hesen re parve kir. U. diyar kir ku wan bihistîbû ku çeteyan destûr daye ku welatî vegerin malên xwe û wiha got: “Me jî xwest vegerin mala xwe û hewcehiyên xwe bînin. Di dema êrîşan de me nekarîbû tu tiştekî bi xwe re bibin. Dema ez û hevjînê xwe çûn malê, me dît ku çeteyan dest daniye ser her tiştê me. Tiştek di malê de nehêştibûn.”

Gefa kuştinê lê xwarin

Di berdewamê de jî U. anî ziman ku çeteyan li wan gef xwarin û wiha domand: “Ji me re gotin; ‘Ger hûn di nava çend saetan de ji Girê Spî dernekevin, dê we bikujin.’ Malbata me ji 11 kesan pêk tê û em ji ber êrîşan koçberî navçeya Şêran a Kobanê bûn. Wê demê me nekarî tu tiştekî bi xwe re bibin. Heta ku me cilên xwe jî nebirin. Tekane daxwaza me xelaskirina zarokên me bû. Malên kurdan bi bi malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Dêrazorê û herêmên din ên Sûriyeyê hatine tijekirin.”

Bang li rêxistinên cîhanê kir

Herî dawî jî H.U. ev tişt anî ziman: “Ez bang li rêxistinên mafê mirovan û civaka navdewletî dikim ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê derxînin da ku em bikarin vegerin malên xwe.”

Li gor Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê, 924 malbat ji bajarê Girê Spî û gundewarên wê koçberî Kobanê bûne. Her wiha bi hezaran malbat jî koçberî Eyn Îsa, Tebqa û Reqayê bûne. Rêveberiya Xweser hefteya derbasbûyî ji koçberan re li gundê Til Semin ê Reqayê kampek ava kir. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar