PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Îran ji bo her cenazeyekê pere ji malbatan dixwaze

Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, heya niha bi dehan kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndarbûne. Li gorî agahiyan hêzên Îranê hem welatiyan dikuje û hem ji bo wergirtina cenaze, ji malbatê pereyan dixwazin

Li Îranê di 16’ê mijdarê de li dijî bilindkirina nirxê benzînê û siyaseta dewleta Îranê xwepêşandan destpêkirin. Li seranserê Îranê dijî siyaset û nirxê benzînê bi hezaran kes daketin kolanan. Heya niha di xwepêşandanan bi dehan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Xwepêşandanên Îranê hîn dewam dikin.

Li gorî rêveberên Îranê zêdetirî 100 bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Hêzên dewletê bi awayek hovane êrîşê xwepêşandêran kirin û di encama êrîşan de bi dehan kes hatine kuştin. Gelên Îranê dixwazin pirsgirêka aboriyê çareser bibe û sîstema siyasî demokratîk bibe. Lê hikûmetê hemberî vê dest bi deng qûtkirinê kir. Hikûmetê ji bo ku dengê gelên Îranê neyê bihîstin, li seranserê Îranê xetên înternetê qût kir.

Piştî hefteyek xwepêşandanan, rêveberên Îranên diyar kirin ku wan xwepêşandanan kontrol kirine. Lê li gorî agahiyên ji herêmê tên, hîn jî li Îran û rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam dikin. Bi taybet jî li parêzgehên Xozistan û Tehranê xwepêşandan dewam dikin.

Aloziya li Xozistan û Tehranê zêde bûye û gelek kes hatine kuştin. Hîn jî înternet nîne û rewşa ewlekariya xeter berdewam dike. Bi taybet li bajarên Kirmaşan, Elburz, Xozistan, Sîstan, Fars û Esfehan alozî dewam dike.

Li ser hejmara kuştî û birîndaran hîn jî daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn, lê rêveberên Îranê diyar dikin ku wan heya niha 7 hezar kes binçavkirine. Bê guman li ser kuştiyan agahiyên cuda tên, rêxistinên mafên mirovan car caran hejmarek kuştiyan didin, lê li gorî agahiyên tên hejmara kesên hatin kuştin ji rêjeya wan rêxistinan hîn zêdetir e. Wek mînak li taxek Kirmaşanê tenê 6 kes hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji Kirmaşanê ketine dest, heya niha tenê li Kirmaşanê nêzî 200 xwepêşandêr ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin. Hîn jî cenazeyê bi dehan kes di destê hêzên dewletê de ne.

Her wiha li gorî agahiyan, dewleta Îranê cenazeyê malbatan nadin, ji bo wergirtina cenaze jî, Îran ji bo her cenazeyek daxwaza 100 heya 120 milyon tîmenê Îranê dike. Yanî hêzên Îranê hem xelkê dikujin, hem jî pereyê guleyan ji xelkê werdigirin. Hêzên Îranê vê yekê bi aşkera dibêjin û diyar dikin ku ew pereyê guleyan distînin.

Li gorî agahiyan ciwanek temen 18 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, hêzên Îranê ji bo wergirtina cenaze, ji malbatê daxwaza 120 milyon temenê Îranê kirin. Li gorî heman çavkaniyê ji ber ku malbat hejar bû nekarî wî pere bide û daxwaza alîkariyê kiriye. Heman çavkaniyê da zanîn ku malbatê karî 60 milyon temen amade bike û piştre cenazeyê kurê xwe ji hêzên dewletê girtiye. ROJNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar