Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Di bin çavan de dest danîn ser laçikên spî yên dayikan

Di 27’ê Mijdarê de 30 kes li Êlihê hatibûn binçavkirin û 4 roj dema binçavkirina wan hat zêdekirin. Hat zanîn ku polîsan li emniyetê dest daniye ser laçikên spî yên dayikan

Li Êlihê polîsan di 27’ê Mijdarê de rêveber û endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de 30 kes binçav kiribûn. Îfadeyên 30 kesên li emniyetê bi dawî bûn û wan birin Dadgeha Êlihê.

Dozgeriyê îfadeya binçavkiriyan negirt û derbarê 30 kesî de xwest dema binçavkirina wan were zêdekirin. Dadgeha Cezayê Sulhê derbarê 30 kesî de 4 rojên din jî dema binçavkirina wan zêde kir.

Polîsan destê 30 kesî bi kelemçeyên plastîk girêdabûn û anîn dadgehê. Hat dîtin ku dayikên aştiyê yên di bin çavan de ku bi laçikên xwe yên spî bûne sembola aştîxwaziyê û tu carî laçik ji serê wan kêm nebûye, laçikên wan ji serê wan kirine. Hat zanîn ku polîsan li emniyetê dest daniye ser laçikên spî yên dayikan.

Hat zanîn ku 30 kesên di binçavan de bi îdiaya ‘endamên rêxistinê ne’ hatine inçavkirin û biryara ‘nepeniyê’ danîne ser dosyeya wan. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar