Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Muslim: Rûsya û rejîm ne ku ji bo bêdeng bimînin hatine ser sînor

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim diyar kir ku hêzên Sûriye û rejîma Sûriyeyê ne ji bo ku bêdeng bimînin hatine herêmê. Muslim got ku divê ev hêz herêmê ji êrîşan biparêzin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim di civîna rûspî û nûnerên eşîrên herêma Firatê de ku îro li bajarê Kobanê hate lidarixstin de axivî. Muslim bal kişand ser hebûna Rûsya û artêşa Sûriyeyê a li sînorê bi bakurê Kurdistanê re. Muslim diyar kir ku ev hêz ne ji bo ku bêdeng bibin hatine wir, divê ewlehiya herêmê biparêzin.

Enwer Muslim destnîşan kir ku ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta tirk û rawestandina wê divê Şam berpirsyariya parastina sînorê Sûriyeyê li xwe bigire û wiha dom kir: “Tevî van lihevkirinan û tevgera Şamê jî êrîşên dewleta tirk ku gelek komkujî pêk anî, nesekinîn. Herî dawî jî li Qirinfilê komkujî pêk anîn. Berpirsyariya vê dikeve ser milê aliyên garantor ên Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê ye.”

Muslim herî dawî jî wiha got: “Helwesta Rêveberiya Xweser ji destpêkê de zelal e. Ew jî diyaloga hêzên navxweyî y a Sûriyeyê ye. Lê divê di nav de hikûmeta Sûriyeyê jî, aliyên din zêdetir bi nermî tev bigere. Bi vê yekê re jî destkeftiyên gelê Sûriyeyê bên parastin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar