Danişîna doza ku bi îdiaya ‘Heqaret li erkdarê cemaweriyê kiriye’ der barê Demîrtaş de hatibû vekirin, hate dîtin. Şandeya dadgehê der barê Demîrtaş de biryara beraetê da
Danişîna doza hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş a 12’emîn, li 1’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wêranşar a Rihayê hate dîtin. Di danişîna doza ku bi îdiaya ‘Heqaret li erkdarê cemaweriyê kiriye’ hatibû vekirin de Demîrtaş amade nebû.
Di danişînê de parêzerên Demîrtaş, Mehmet Sertaç Kayar û Mevlut Guneş amade bûn. Dozger xwest ku Demîrtaş di navbera 1 heta 3 salan de bê cezakirin. Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran û mutaalaya dozger der barê Demîrtaş de biryar da.
Şandeya dadgehê daxwaza dozger red kir. Şandeyê diyar kir ku tu sûc pêk nehatiye û der barê Demîrtaş de biryara beraetê da. RIHA