Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

DAIŞ’ê êrîşî gundê Kifriyê kir: 3 endamên asayîşê şehîd bûn

Komên çete yên DAIŞ’ê şevê din êrîşî gundê Kuleco yê Kifriyê kir. Di êrîşa çeteyan de 3 encamên asayîşê şehîd bûn û 4 endamên asayîşê û 3 welatî jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din bi hewan û çekên qernasê êrîşî gundê Kuleco yê bajarokê Koksî ya navçeya Kifrî ya Germiyanê kir. Hat zanîn ku di êrîşê de 3 guleyên hewanê li gund ketin û çeteyan rêya di navbera gundê Kuleco û Qerebalexê de jî girtin.

Li gorî agahiyan, li ser êrîşa çeteyan jî asayîşa bajarokê Kokisê bi hewara gel çû. Piştî asayîş gihişt gund, vê carê çeteyan bi çekên qernasê êrîşî hêzên asayîşê kir. Hat zanîn ku di êrîşê de mayînek bi seyareya asayîşê ve teqiya û hinek endamên asayîşê di teqînê de birîndar bûn.

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li ser girên di navbera gundên Kuleco û Qerebalexê xwe veşartibûn û rêya sereke ya di navbera navçeya Kelar û Gulaleyê de girtibûn. Li gorî agahiyên cîgirê Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Hejar Helgurd Hemed Emîn, rêveberê asayîşê Simko Elî û 2 endamên din ên asayîşê şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Emîn diyar kir ku di êrîşê de 2 zarok û jinek jî birîndar bûn. Emîn got ku kesên birînên wan giran veguhestine nexweşxaneya Silêmaniyeyê. GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar