Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dede: Ger ku kurd nebin yek dê di vê sedsalê de jî bêstatû bimînin

Parlamenterê HDP’ê Saît Dede anî ziman ku şert û mercên heyî ji bo yekitiya kurdan ji hemû deman guncavtirin. Dede got ku ger kurd nebin yek dê vê sedsalê de jî bêstatû bimînin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede têkildarî xebatên yekitiya neteweyî ya kurd de ji MA’yê bi Hamza Gunduz re axivî. Dede anî ziman ku ji bo kurdan firsendeke dîrokî heye û ger ev firsend ji dest biçe, dê sed salên din jî bêstatû bimînin.

Saît Dede xebatên berê yên ji bo konferansa yekitiya neteweyî bi bîr xist û wiha got: “Mijara yekitiyê, mijarekê dîrokî ye. Ji ewil di sala 2013’an de bi hewldanên birêz Ocalan, birêz Barzanî û birêz Talebanî gav hatibûn avêtin. Bi serokatiya birêz Barzanî nêzî 70 sazî û dezgehên kurd li hev kom bûn. Civîn du rojan dom kir û komîteyeke ji 21 kesan pêk dihat hate avakirin. Lê belê di sala 2013’an de ji ber mudaxaleyên hêzên emperyalîst ên li ser herêmê û êrîşên DAIŞ’ê, xebat sekinî.”

Konferansa neteweyî ya kurd

Dede got ger ku konferans pêk bê dê pirsgirêkên gelê kurd li dora pareke hevpar bên nirxandin û wiha domand: “Li pêşiya me firsendeke dîrokî  heye. Du sedemên vê hene. Ya yekemîn; şert û mercên heyî ji hemû deman bêhtir guncav in. Ger ku kurd yekitiya xwe ava nekin, dê sed salên din jî bêstatû bimînin. Rewşa heyî cîhanê vê nîşan dide. Geşedanên li Rojava, Rojhilat û Başûr û yekitiya partiyên kurdistanî yên li Tirkiyeyê nîşan dide ku kurd ji her demê bêhtir niha nêzî hevin.”

‘Kurd di her alî de rastî êrîşan tên’

Bi domdarî jî Dede ev tişt anî ziman: “Gelê kurd dixwaze ku partî û saziyên kurdan bibin yek. Ji her alî ve êrîş li ser kurdan hene. Dixwazin di vê sedsalê de jî kurdan bêstatû bihêlin. Ev yek li Kobanê berbiçav bû. Li wir lehengiyeke mezin hebû. Ya ku bandor lê kir jî  yekitiya kurdan bû. Ger ku rewşa kurdan a belavî bidome, mîna îro li Rojava dê Başûr û deverên din jî bên dagirkirin.”

Bang li hemû partî û saziyên kurd kir

Herî dawî jî Dede wiha derbirî: “Dema partî û saziyên kurdan dicivin, her dem dibêjin ‘Fikarên me yek in û dema herî guncav niha ye.’ Ez bang li hemû partî û saziyên kurdan Ên li Kurdistanê û Ewropayê dikim, ger armanca me pêşerojeke baş a ji bo zarokên me be, ger armanca me pêşîlêgirtina qirkirina me be, wê demê bibin yek.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar