Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hem hat îşkencekirin hem jî ceza lê hat birîn!

Di sala 2016’an de li Midûriyeta Emniyetê ya Payîzavayê, îşkence li Koçer Sason Yapici hatibû kirin. Doza bi dawî bû û dadgeh sal û 7 meh ceza li Yapici birî

Di 22’yê tîrmeha 2016’an de li têketina navçeya Payîzava ya Wanê polîsan wesayîta aktivîstê mafên mirovan Koçer Sason Yapici dabû sekinandin û wî biribûn midûriyeta emniyetê ya navçeyê. Li midûriyeta emniyetê Yapici hatibû derbkirin û îşkence lê hatibû kirin. Piştî bûyerê Yapici giliyê amîrê emniyetê M.A.K. kiribû û bi tawanbariya ‘birîndarkirinê’ doz li M.A.K. hatibû vekirin. Her wiha Yapici jî bi tawanbariya ‘heqaret li karmendê peywirdar kiriye’ û ‘nehiştiye peywirdar peywira xwe bike’ hatibû sûcdarkirin.

Lê belê di îdianameyê de hat gotin ku Yapici di dema binçavkirinê de heqaret li polîsan kiriye û ew derb kirine.

Doz li Dadgeha Cezayê Asliye ya Payîzavayê pêk hat. Piştî deh danişînan dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê derbarê amîrê emniyetê M.A.K. de biryara beraatê da û ji bo vê jî got ku ji bo tiştên pê tê tawanbarkirin delîl û tiştin berbiçav tunene.

Lê belê dadgehê li Yapiciyê ku bi saetan hat derbkirin jî, sal û 7 meh ceza birî.

Yapici ji bo biryara dadgehê wiha got: “Niha em di serdemekê ku hiqûq bûye amûreke siyasetê de ne. Li herêmê hiqûq, tenê ji bo fihêtkirina sûcên hêzên dewletê dixebite. Ev jî dibe sedema ku hêzên dewletê bêtir sûc bikin. Ez parazvanekî mafên mirova me. Mafên min ji hêla hêzên dewletê ve hatin xespkirin û ez hatim îşkencekirin. Me ev yek bi belgeyan îspat jî kir, lê dîsa jî dadgeh ji bo hêzên dewletê xebitî. Yê hat îşkencekirin û derbkirin ez bûm û lê ceza lê hat birîn jî ez bûm. Bi vî awayî tê xwestin ku mirov bên tespisandin.”

Yapici destnîşan kir ku ew ê îtiraz bike û wiha axivî: “Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin, divê têkoşîna ji bo mafan û demokrasiyê bê bilindkirin. Em ê îtiraz bikin.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar