Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Li Agiriyê ‘qedexe’ tenê ji bo HDP’ê hene!

Walîtiya Agiriyê 15 rojan carekê li bajêr çalakiyan qedexe dike û vê biryara xwe jî bi rêya polîsan radigihîne HDP’a Agiriyê. Hevserokê HDP’ê ya Bajêr Melîk Ozmuş diyar kir ku li bajarê qedexe tenê ji bo çalakiyên HDP’ê hene

Her çend Rewşa Awarte ya piştî darbeya 15’ê tîrmehê hatibû îlankirin bi dawî bûbe jî, lê belê li hin bajarên bakur Kurdistanê hîn jî didome û li van bajaran 15 rojan carekê çalakî tên qedexekirin. Yek ji van bajaran jî Agirî ye. Walîtiya Agiriyê, 15 rjan carekê çalakiyên li bajêr qedexe dike û vê biryara xwe tenê teblîxî HDP’a bajêr dike.

Hevserokê HDP’a Agiriyê Melîk Ozmuş destnîşan kir ku her cara qedexe tê ragihandin walîtî bi rêya polîsan ji wan re radigîne û wiha got: “Mafê me yê propagandayê jî tê qedexekirin. Em behsa welatekî ku bi dadger, dozger, walî û hêzên dewletê bûye ‘Tirkiyeya AKP’ê’ dikin.”

Tenê ji HDP’ê re tê şandin

Ozmuş destnîşan kir ku Walîtiya Agiriyê qedexeyên li bajarên derdorê tên îlankirin wekî hicnet nîşan dide û wiha domand: “Ji meha hezîranê ve bi awayekî rûtîn 15 rojan carekê teblîxata qedexekirina ji bo çalakiyan ji rêxistina me ya bajêr re tê şandin. Ev teblîxat tenê ji me re tê şandin. Ev jî nîşan dide ku qedexe tenê ji bo me tê danîn û biryareke polîtîk e. Li Agiriyê, ji xeynî HDP’ê gelek saziyên sivîl û partî hene, lê tenê ji me re tê şandin. Li Agiriyê, AKP’a bajêr bi rihetî çalakiyên xwe dike.”

Tirkiyeya AKP’ê

Her wiha Ozmuş anî ziman ku ew dixwazin di şîn û şahiyan de tim li cem gel bin, lê belê niha nikarin biçin taziyeyan jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê em ê li hemberî van polîtîkayan serî netewînin. Her roj li hemberî HDP’ê operasyonên siyasî tên kirin. Bi dehan hevalên me tên binçavkirin û girtin. Çawa zemîneke hiqûqaî ya jib o tayînkirina qeyûman tuneye, ji bo van girtin û qedexeyan jî tuneye. Em behsa welatekî ku bi dadger, dozger, walî û hêzên dewletê bûye ‘Tirkiyeya AKP’ê’ dikin.”  AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar