HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên hêzên dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. HSD’ê da zanîn ku hêzên dagirker qadên sivîlan jî hedef digirin û di êrîşan de şervanekê wan şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di roja 53’yemîn a Berxwedana Rûmetê yên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
HSD’ê diyar kir ku hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di roja 53’yemîn a Berxwedana Rûmetê de jî êrîş û tevgera xwe ya keşfê li seranserê herêma eniyê berdewam kirin.
Daxuyanî wiha dom kir:
“TIL TEMIR
* Artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete li derdora Til Temirê êrîşên xwe yên bi çekên giran didomînin. Çeteyan li gundê Derdara êrîşî çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryan û herêmên sivîlan kirin.
EYN ÎSA
* Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Eyn Îsa û Qiz Alî bi awayekî dijwar topbaran kirin û gelek herêmên sivîlan hedef girtin. Gundên Ebû Sira, Korikê, Um Elberamî û Mesûdiyeyê bi tank û topan topbaran kirin. Her wiha artêşa tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Genterî û rêya M4’ê ya navdewletî kir.
* Di encama êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê de hevalekî me şehîd bû.”