Li gorî xebateke ku nêzî 11 zanîngeh tevlibûyî û pêşengtiya vê xebatê Zanîngeha Harvardê kirî êdî di qada zanistê de jî em dikarin bêjin ‘muzîk gerdûnî ye’
Wekî tê zanîn ku di nav gel de gotina ‘muzîk gerdûnî ye’ heye. Lê gelo di bingeha vê gotinê de ciyê rastiyê çi ye û çawa ye? Heta niha jî ev gotina di nav gel de bi awayekî bisînor ango gotineke ku bingeha wê tune bû. Li ser vê pirsa di nav gel de; zanistên Zanîngeha Harvardê lêkolînek kirin. Kesên ku tev li lêkolîna Harvardê bûyî; ji qada psîkolojiyê, heta biyolojiyê, ji qada antropolojiyê heta siyasetnasiyê ji 11 zanîngehan nêzî 19 lêkolîner tev li vê xebatê bûn.
Lêkolînerên ku tev li xebata Zanîngeha Harvardê bûyî, bi taybetî li ser çanda dengêbijiyê ango muzikên gelerî yên ku nehatî nivisîn xebitîn. Ji berhemên 315 çandên cuda xebat weşandin û ev berhem jî yên ku xwedî agahiyên etnografîk bûn. Lêkolîneran di nava 5 salan de bi sedan arşîvên muzîkan ên ku di nava 30 erdnigariyan de belav bûyî û 118 stranên ku aîdî çanda 86 welata ne, lêkolîn kirin.
Agahiyên ku lêkolîneran berhev kirine, bi 4 rêyên cuda hatine analîzkirin. Li gorî daneheva xebatên zanistan; muzîk di hemû çanda de bi mezinkirina zarokan, tedawiyê, dansê, evîn, lawejok, merasim û rîtûelan re tekildar hate dîtin. Lêkolîner piştî vê encamê bi rêya tedawî, dans û stranên evînê re dêhna xwe dane ser lorîkan û di encama wê de stranên ku fonksîyonên wan wekhev di wan stranan de taybetmendiyên wekhev ên muzîkal hatin nîşandin, kifş kirin.