Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Ji yekîneyên tolhildanê li Amed û Wanê rêzeçalakî

Yekîneyên tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed û ya Şehîd Baran Dêrsim bi daxuyaniyekê diyar kirin ku hêzên wan li Amed û Wanê hin rêzeçalakî pêk anîne. Di daxuyaniyan de hat gotin ku dê çalakiyên wan hîn zêdetir bibin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed û Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dêrsim li Amed û Wanê hin rêzeçalakî li dar xistin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amedê di daxuyaniyê de diyar kir ku yekîneya wan di 30’ê mijdarê de li nêzî Parka Rihanê ya li Rêya Sento ya Amedê teqemeniyên bi destan avêtine polîsan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hin polîs birîndar bûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.

Di berdewamê de jî yekîneyê destnîşan kir ku li Taxa Ziya Gokalp a Amedê jî hêzên wan bombeyeke destan avêtine maleke ku fihûş lê dihat kirin û tiryak lê dihat firotin. Daxuyanî wiha dom kir: “Kesên bi navên O.Ç., M.Ç., û Î. yên ku tiryakê difiroşin, hatine hişyarkirin. Li Sûr û Amedê jî sîxur hatine tespîtkirin û heke ew têkiliya xwe ya bi dijmin re nebirin dê bên cezakirin.”

Li Wanê çalakî

Her wiha Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dêrsim jî der barê çalakiya xwe ya li Wanê ev agahî parve kirin: “Yekîneya me li Wanê li dijî polîsên tirk çalakiyên hemwext li dar xistin. Li Beşyolê me teqemeniyeke destan avêt polîsan. Di çalakiyê de gelek leşkerên dijmin birîndar bûne lê hejmara wan nehate zelalkirin. Li taxên Îpekyolû, Sixkê û Akkopru hêzên me teqemeniyên bi destan avêtine wesayîtên dijmin û xisareke madî li wesayîtê çêbû. Hêzên me teqemeniya bi destan avêt Alaya Leşkerî ya Îpekyoluyê.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê çalakiyên xwe zêdetir bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar