Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dagirker li Girê Spî malên kurdan piştî ku talan dikin dişewitînin

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê li Girê Spî kurdan bi darê zorê koçber dikin û piştî ku malên wan talan dikin jî dişewitînin. Yek ji van jî mala Mihemed Çawîş bû. Çawîş dema ku dibihîze mala wî hatiye şewitandin, vê rewşê ranake û di krîza dil de jiyana xwe ji dest dide

Binpêkirinên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê bênavber didomin. Hêzên dagirker welatiyan dikujin, direvînin, teqînan pêk tînin û bi darê zorê gelê herêmê koçber dikin.

Bi taybet jî hêzên dagirker malbatên kurdên ji bajarê Girê Spî bi darê zorê koçber dikin û malên wan dişewitînin. Yek ji van welatiyên ku mala wan hatiye şewitandin jî Mihemed Çawîş (67) e. Çawîş piştî ku ber bi Kobanê ve koçber dibe, hêzên dagirker mala wî dişewitînin.

Tehemûla şewitandina mala xwe nekir

Hat zanîn ku dema Mihemed Çawîş dibihîze ku mala wî hatiye şewitandin, tehemûl nake û krîza dil derbas dike. Çawîş jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê hevjîna Çawîş, Hedle Hesen (55) ji ANHA’yê bi Hêza Hesen re axivî û wiha got: “Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser bajar re me mala xwe hişt û em koçber bûn. Em niha li malên xelkê dimînin. Ev ne cara yekê ye ku em ji ber çeteyên dewleta tirk ji mala xwe koçber dibin.”

Hesen got ku wan nikarî tiştekî ji milkên xwe bi xwe re bi aniya. Hesen diyar kir ku çeteyan her tişt talan kirin û mala wan jî şewitandin.

Hedle Hesen tevî 6 endamên malbata xwe li gundê Til Hacib ê li rojhilatê Kobanê dimîne. Mîna bi sedan ji malbatên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ji herêmê koçber bûne rewşên dijwar dijîn. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar