Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Newaya Jin bi manşeta ‘Raperîn heye’ derket

Rojnameya Newaya Jin a meha kanûnê bi manşeta ‘Li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê raperîn heye’ hat weşandin. Di rojnameyê de berxwedana jinan derketiye pêş

Hejmara meha kanûnê ya dawiya salê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê raperîn heye’ û mijarên cuda gihîşt ber destên xwînerên xwe. Di rojnameyê de berxwedana jinan derketiye pêş û giranî daye ser têkoşîna jinan a li dijî tundiya zilam û dewletê.

Di hejmara nû de gelek roportaj, hevpeyvîn, analîz û dosyayên jinan cih digirin.

Zeynep Kizilirmak qala sedem û encamên êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava kir û ragihand ku nobedarên ku dewleta tirk ji bo fetisandina şoreşa jinê şandin qadê, ketin bin lingê jinên xurt.

Meral Çîçek jî karakterê dijî jinê yê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava nirxand û destnîşan kir ku rengê jinên kurd ên wêrek ên ku pêşengî ji berxwedana têkbirina DAIŞ’ê re kirin, di hedefe de ne.

Zerya Gul bal kişand ser rola hêzên emperyalîst di êrîşên qirkeriyê yên li dijî Rojava de û ragihand ku di sala 2020’an de jî wê berxwedana ji bo ewlekarî û jiyana azad dewam bike.

Rojnameger Rûken Cemal jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ku di 9’ê Cotmehê de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin, ji bo rûpela kurdî berhev kir.

Rojnameger Ronî Eylem jî bandora polîtîkayên rejîma Erdogan ên li ser civaka Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku fîşeka li dijî kurdan tê bikaranîn li Tirkiyeyê dibe siyanur.

Ji nivîskarên rojnameyê Gulistan Çiya Îke jî encamên çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Kurdistanê û dinyayê nirxand.

Dîsa hevpeyvîna bi Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad a der barê yekitiya neteweyî, şîrovenivîsa Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr a der barê êrîşên faşîzan ên li hemberî siyaseta kurd, portreyên aktîvîsta hintî Shehla Rashid Shora û aktîvîsta amerîkî Lucy Parsons hatin weşandin.

Her wiha bîranîna Leyla Şanli (Bêrîtan Hêvî) hate weşandin ku di 21’ê Gulana 2009’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar