Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Endamê Hizba Komunist: Em ji bo yekitiya neteweyî amade ne

Endamê Polîtbûroya Hizba Komunist a Kurdistanê Ebû Karwan anî ziman ku di demekê ku hebûna kurdan di metirsiyê de ye, hinek hizb li şûna yekitiyê, berjewendiyên xwe yên hizbayetiyê derdixin pêş. Ebû Karwan got ku ew weke Hizba Komunist amade ne ku ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd tevbigerin

Di demên dawî de bi taybet jî piştî êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, hewldan û bangewaziyên ji bo yekitiya gelê kurd jî zêdetir bûn. Piraniya partiyên kurd lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê weke xebatekî girîng dinirxînin. Li hêlekê ji bo kongreyê hewldan û bangewazî hene û li hêla din jî astengî hene. Têkildarî mijarê endamê Polîtbûroya Hizba Komunist a Kurdistanê Ebû Karwan ji Rojnewsê bi Hawrê Kirêkar re axivî.

Ebû Karwan anî ziman ku hêz û aliyên siyasî yên kurd ne tenê li ser aliyê stratejîk li hev nakin, di heman demê de heya niha nekarîne gotareke hevbeş jî amade bikin. Ebû Karwan wiha domand: “Ev yek jî bûye sedem ku trajediyên gelê kurd zêdetir bibin. Gelek aliyên siyasî teng difikirin û berjewendiyên hizbî derdixin pêş. Ev nêzikatî jî di demekê hebûna me di metirsiyê de ye hene.”

Sedemên ku pêşî li ber yekitiyê digirin

Bi domdarî jî Ebû Karwan destnîşan kir ku sedema pêknehatina yekitiyê, hişmendiya yekdestî û berjewendiyên teng ên hizbî ne. Ebû Karwan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her wiha bandora welatên herêmî jî li ser hin hizban heye. Em weke Hizba Komunist a Kurdistanê, ji bo mijarên neteweyî amade ne. Em amade ne ku bi hemû hizb û aliyên siyasî yên Başûr ên ku ji bo mijara kurdayetiyê hewl didin re rûnin. Tişta ku ji destê me tê em ê ji bo yekitiyê bikin. Ev yek ji bo me rêgez e.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar