Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Sineta jinê rêbazeke serî tevandinê ye’

Li başûrê Kurdistanê sineta jinê wek yek ji pirsgirêka herî mezin; her çend aşkera neyê kirin jî hîn bi awayên cuda didome. Mixabin li başûrê Kurdistanê wehşeta sinetê di rêjeyek bilind de ye û rojane jiyana gelek zarokên keç û jinan dixe xeteriyê. ‘Sineta jinê’ ne tenê ji hêla fîzîkî û derûnî ve zirarê dide jinê, di heman demê de rê li gelek nexweşiyan jî vedike ku gelek caran bi mirinê bi encam dibe. Jina ku ji yek ji gundên başûrê Kurdistanê ye û ji ber ewlehiya canê xwe nexwest navê xwe aşkera bike û di sala 2017’an de ji bo ku zaroka wê neyê sinetkirin, direve û tê Ewropayê wiha qala bûyerên wehşiyane ên sinetê û jiyana xwe dike:

Jiyanek li gor daxwazên zayendperest

“Ez ji başûrê Kurdistanê me. Li yek ji gundên başûrê Kurdistanê û di nav malbatek îslamî de hatim dinê ku kevneşopiyên îslamê bi cih dianîn. Yek ji wan tiştên ku pêk dianîn, di temenê biçûk de zewicandin û sinet bû. Ez bixwe hîn çar salî bûm ku hatim sinetkirin. Jixwe vê rewşê êş û zehmetiyên pir mezin di jiyana min de dan avakirin. Ez ji vê pêkanîna hovane re nabêjim sinet, ji ber ku ev ser birîn, serî tevandin e. Ev seqet hiştina jinê ye.”

Dayîka Ç. balê dikişîne ser rola ku pergala zayendperest a zilam dide jinê û wihadibêje: “Ez 12 salî zewicandim. Min jiyanek gelek nexweş, bi êş û keder jiya. Min tiştek ji jiyana jin û mêr a bi hev re fêm nedikir. Jiyana min li gor daxwaza eşîretî û malbatî dihat birêxistinkirin. Dibe ku hûn bibêjin ka çima ez dibêjim ji ber eşîretî û hwd. Ji ber ku biryar her tim di destê malbat, mezinên malê yan jî zilam de ye. Yanî her tişt li gor daxwaz û gotina wan birêve diçe, ne li gor daxwaz, hêvî û heskirina jinê ye. Jinên ku di nav malbata me de tên dinyayê bi mezintirîn pirsgirêk û nexweşiyan re rû bi rû dibin. Ji ber ku tu tişt ne di dest wan de ye, yên ku her tim dêvla wan biryar didin, hene.”

‘Ev ne qeder bû û ez ê pê razî nebibam’

Dayika Ç. bi gotina ‘min her tişt jiya, lê min ê rê nedaba ku qîza min jî heman tiştan bijî’ dest bi axaftina xwe dike û wiha pêde diçe: “Min di temenê xwe yê 12 salî de dest bi jiyana hevjîniyê kir. Ez bûm xwedî sê kur û keçekê. Her çend daxwaz û hêviya min keçek bû, lê mixabin min ev keç bi hezar minet û xefet anî dinyayê. Bêguman di derheqê wê de jî pir zû biryar hat dayîn û xwestin di temenek biçûk de sinet bikin, dûre jî bizewicînin. Min nedizanî ku ew jî wê wek min heman êş û kederan bijî. Min nedixwest tiştên ku min jiyayî, ew jî bijî û bi min re heman serpêhatiyan bijî. Ez di vê qeneatê de bûm û pê bawer bûm ku bikarim alîkariya qîza xwe bikim, wê ji vê qederê rizgar bikim. Ji bo wê jî min biryarek da! Biryara min ew bû ku çi dibe bila bibe, ez rê nedim ku ew jî tiştên min jiyî, bijî. Ji bo wê, min ji hevserê xwe jî alîkarî xwest; ji ber ku wî dizanî ka min çi êş û azar kêşaye. Bêguman ew jî wek her zilamekê bi urf û adetên eşîretiyê ve girêdayî bû. Ez gelek caran digiriyam û min jê re digot, jiyana min jixwe têk çû, bila ev jî li pey heman êş û zehmetiyan de neçe. Dûre wî jî biryar da û got; ‘Tu dizanî ez ê rastî gelek zor û zehmetiyan bêm. Hem wek hevser û mezinê malê, hem jî wek taîfe wê li dijî min nerazîbûn hebin.’

Di dawiyê de me biryar da ku em biçin ciheke dûr, cihekê ku destê kesê negiheje me û em jiyanek aram bijîn. Jixwe ew dem jî hat û me di sala 2017’an de biryara xwe ya derketinê da. Mixabin li Kurdistanê ji ber kevneşopî, çanda di nav malbat û eşîrê de kesê/î nexwest alîkariya me bike. Min hewara xwe gihan her kesekê û ji gelek kesan xwest min û qîza min ji vê ezabê rizgar bikin, lê mixabin kesekê nexwest hawara me bibihîse. Min guneh nekir ku ev keç anî dinyayê, lê ev nedihat vê wateyê ku wê bi vê ‘qeder’a ku jê re hatibû xêzkirin jî razî bikim.”

Wê li hemberî zehmetiyan serî netewand

Dayika Ç. di berdewamiya axaftina xwe de balê dikişîne ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û wiha pêde diçe: “Min ne niyet bû ku dest ji biryara xwe berdim. Ji bo wê jî min biryara derketina derveyê welat da. Dema ku em nû hatin vir, dilêşî û keserên me zêde bûn. Ji ber ku me kes nedinasî, jixwe heya wê demê ez fêr nebibûm ku bi tena serê xwe jiyan bikim, li ser pêyên xwe bisekinim û bi hêza xwe bawer bim. Ji bo min li vir jiyandin, li gor Kurdistanê hîn bi zehmetir dihat. Min nedizanî ka ez ê çi bikim, derfetek çawa ji bo min ava bibe ku bikaribim li vir jiyana xwe bidomînim. Min bi rêya qîza xwe kesek nas kir ku wî alîkarî da me da ku em xwe bigihînin saziya UTAMARA.”

Dayika Ç. di berdewamiya axaftina xwe de îşare bi nêzikatiyên civakê yên li hemberî jinê dike û wiha dibêje: “Di civaka ez tê de mezin bûm, bi taybetî ji bo jinê behsa azadî, xwe pênasekirin û jiyanekê ku wek jin dixwaze pêkanîn, pir zehmet e. Wek jin lazim e tu li gor wan tevbigerî û ger bê xwestin bêhnê di sînga xwe de bifetisînî. Lê belê piştî ku ez hatim UTAMARA, wan çi ez, çi jî ji bo qîza min be, alîkarî dan min. Beriya wê ez wek korekê bûm ku nedikarî tiştekê bibîne, lê wan çavên min vekirin û hîştin ku ez li xwe bawer, li ser lingên xwe rawestim. Wan beriya her tiştekê li min, li çîroka min guhdar kirin. Min ji wan re qala êş, keder û tiştên ku bi serê min de hatibû kir. Wan bawer nedikir ku bi rastî jî li Kurdistanê di vê astê de bûyerên bi vî rengî bên jiyîn. Lê belê min ji wan re da zanîn ku ji ber zext û zora kes û derdorên me, kesek ne amade bû ku alîkariya me bike. Wan hewl dida hêz bi min bidin. Ew gelek ditirsiyan, ji ber ku beriya wê min gelek caran hewldana xwekuştinê kiribû.”

‘Min nezanî ka min çawa jiyan kir’

Dayika Ç. li ser girîngî û wateya jiyanê radiweste û wiha pêde diçe: “Dibe ku hûn pirs bikin, çima? Ji ber ku min di jiyana xwe de pir zehmetî û êş kêşandin. Her ku ev êş û nerehetî dihatin bîra min, min jixwe pirs dikir ka çima jin van êş û zehmetiyan dikişînin. Min temenek derbas kir, lê min nezanî ka min çawa û bi çî rengî jiyan kir. Min bi rastî jî nekarî wek jinekê bijîm.

Saziya UTAMARA alîkariya min kirin, hiştin ku hêdî hêdî xwe komê bi ser hev bikim û bi min dan fêm kirin ka çawan li ser lingê xwe rawestim û wek jin jiyan bikim. Beriya her tiştekê jî bi min dan fêm kirin ka bi çi rengî li dijî pirsgirêkên heyî şer bikim û bê tirs bi ser de biçim. Bêguman wan ne tenê alîkariya min kirin, ew rojane alîkariya bi dehan jinan dikin, ji pirsgirêkên wan re dibin bersiv û dihêlin ku tu xwe bi xwe bibî hêza çareseriyê.”

Dayika Ç. wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: “Jixwe pêvajoya piştî wê re jî ji qîza min re bûn alîkar, her tim li gel me bûn. Li welatek xerîb û ew çend mezin min kes nîn bû ku ji me re bibe alîkar, lê ew di her firsendê de li cem me bûn; pirsgirêkên me yên wek tenduristî, dibistan û hwd. hema bêje di her mijarekê de ji bo me bûn pal û pişt. Ez fêrî vê yekê kirim ka rojane çawan li hemberî zor û zehmetiyan têbikoşim. Ev der ji bo min wek dibistanekê bû ku min xwe tê de ji nû de keşf kir. Her ji dayikbûnek destpêkeke ji bo jiyanê, lê ez li vir, yanî li UTAMARA jidayîk bûm. Ji ber ku ez wek miriyekê lê hatibûm, wan ruh û moralek nû dan min ku ez bijîm.”

Li dijî xweferzkirina zilam, serî rake!

Dayika Ç. li ser girîngiya dij derketina jinê ya xwe ferzkirinên pergala serdest dike û wiha dibêje: “Heya vî temenî tişta ku min fêm kir û bi min dan fêm kirin, ew bû ku bixwim, kar bikim, zarok bînim dinyayê û xizmetê mêvanan bikim. A herî girîng jî hewce bû kevneşopiyên heyî bê gotûbêj erê bikim, bi cih bînim. Lê belê ez niha fêr bûm ku xwe bi xwe di derbarê jiyana xwe de biryar bidim. Ez êdî niha dikarim ji hin tiştan re bibêjim na! Ez êdî dikarim bi çavek din jî li bûyeran binêrim û bibînim ka çendî başî yan jî zirara xwe ji bo min heye. Bêguman di ferqa rastiya jiyanê de bûyîn girîng e. A ku ez li vir fêr bûm jî ev bû û rê nîşanê min dikir… Ji min ev didan hîs kirin ku ez heme, ger beriya wê ne hîştibin wek kes xwedî hebûn bim û xwe wek kes pênase bikim, lê vaye niha li vir im û heme!

Ez dikarim ji hemû jinan re, bi taybetî kesên ku wek min rastê van êş û azaran tên bibêjim; ji bo tu tiştekê ne dereng e. A girîng ev e ku bi wêrekî tu gava ewil biavêjî û bibêjî ez heme.”

Dayika Ç. wiha didomîne: “Helbet li welatê xerîb jiyan zehmet e, lê ez dikarim bibêjim ku heskirin û fêm kirina welat jî min li vir fêm kir. Ji ber ku heya wê demê rê nedihat dayîn ku em jî li ser mijarên cihê reng bipûnijin, xwe agah bikin û fêm bikin. Ji bo wê, em ji rastiya ax û welat jî bêpar hatibûn hîştin. Lê, li vir firsenda kûrbûna ser van mijaran jî ji bo min pêk hat.”

Dayika Ç. bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Ez ji vir û şûnde naxwazim wek berê bijîm, ez dixwazim ji vir û pêde têbikoşim û ji bo hemû jinên ku dixwazin hawara ku di sînga wan de girê xwariye, vebibe, bibim destpêkek. Ez wek jin, wek kesayet hatibûm rûxandin, lê li vir û bi alîkariya van jinan, min xwe ji nû de ava kir. Ev çîroka min dikare ji bo hemû jinên bindest bibe destpêka rabûnê. Rabûna li dijî pergala serdest, rabûna li dijî xwe ferzkirinên zilam.” Çavkanî: NEWAYA JIN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar