HDP bi wesîleya 25’emîn salvegera êrîşa bombeyî ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku çawa Çîller bi bombekirina Ozgur Ulkeyê nikaribû çapemeniya azad bêdeng bike, têk çû dê Erdogan jî têk biçe. Her wiha parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel jî ji meclisê xwest ku Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
Partiya Demoktîk a Gelan (HDP’ bi wesîleya 25’emîn salvegera êrîşa bombeye ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê daxuyaniyek weşand. HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ser êrîşa bombeyi ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê re 25 sal derbas bûn ku di 3’ê Kanûna 1994’an de hate kirin.
HDP’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku êrîş li dijî buroya navendî ya rojnameyê ya li Stenbolê, avahiya teknîkê ya li Kadirgayê û buroya rojnameyê ya li Enqereyê hate kirin û di encamê de kedkarê çapemeniyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û ji xebatkarên rojnameyê 23 kes jî birîndar bûn û wiha cih da daxuyaniyê: “Fermana bombekirinê di civîna MGK’ê de ya di sala 1994’an de hate wergirtin. Di belgeyeke ‘nepen’ de ya bi îmzeya Serokwezîra wê demê Tansû Çîller rojnameya Ozgur Ulke yekser hedef hate nîşandan û hate gotin ‘Qanûn têrker nîne û divê rojname bê beralîkirin’.”
HDP’ê destnîşankir ku ‘beralîkirin’a nêrîna azad û çapemeniya azad kevneşopiyeke dewletê ya otorîter û tekperest a sedsalî ye ku ev rêbaz hîn jî tê bikaranîn. HDP’ê ragihand ku li dijî êrîşên giran her tim rojnameger hebûn ku rûmet û exlaqa çapemeniyê parastin, rastî ragihandin û wiha domand: “Mîrateya herî mezin a vî welatî têkoşîna xwedîderketina li rastiyê ye. Kevneşopiya çapemeniya azad a 35 salan bi têkoşîneke bi vî rengî berbiçav bû. Tenê ji ber vê yekê kevneşopiya çapemeniya azad a bi pêşengiya Apê Mûsayan timî bû hedefa êrîşên giran. Li Tirkiyeyê ji sedî 50 yê xebatkarên çapemeniyê yên jiyana xwe ji dest dan ji saziyên çapemeniyê yên vê kevneşopiyê ne. Ev yek rasthatinek nîne, bi rengekî aşkera hedefgirtin e. AKP bi êrÎşên xwe yên dijî çapemeniya azad dîroka tarî ya salên 1990’î temsîl dike. Bi êrÎşên bênavber ên dijî çapemeniya azad ne kêmî rêveberiya Çîller û rabirdûya wê ya salên 1990’î ye. Bi êrîşên xwe yên nû Çîller jî li pey xwe hiştiye. Piştî 15’ê tîrmehê ku AKP’ê weke ‘xêra xwedê’ şikur jê re kir, bi sedan saziyên çapemeniyê yên li ser şopa rastiyê hatin girtin, bi sedan rojnameger hîn jî li girtîgehê ne.”
HDP’ê da zanîn ku AKP bi kiryarên xwe nîşan dide ku ew rabirdûya tarî dewam dike û wiha bi dawî kir: “Çîller bi ser neket, hêza xwe têrê nekir ku çapemeniya azad bêdeng bike. Erdogan û rêveberiya wî jî dê bi ser nekevin. Em vê yekê ji ber ked û têkoşîna bi biryar a kedkarên çapemeniya azad dibêjin. Êrîşa li dijî çapemeniyê êrîşa li dijî civakê ye, parastina çapemeniya azad parastina mafê civakê yê ji bo hînbûna rastiyê ye. Em civak daxwaza mafê xwe yê hînbûna rastiyê dikin û ne hewcedarî derew û manîpulasyonê ne.”
Divê Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
Her wiha bi heman armancî parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel jî ji bo faîlên Rojnameya Ozgur Ulke û rojnameger Ersîn Yildiz bên dîtin û darizandin, pêşniyarnameya lêgerînê da meclisê. Temel ji bo azadiya çapemeniyê, mafê gel ê agahdariyê bê parastin û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin, xwest meclis Komîsyona Lêkolînê ava bike. Temel anî ziman ku di 3’yê Kanûna 1994’an de Rojnameya Ozgur Ulke rastî êrîşa bombeyî hat û 25 sal borîn hêj faîl nehatine dîtin.
Temel diyar kir ku li welat hêj rojnaemger ji ber nûçeyên xwe tên girtin û wiha got: “Hêj li ser weşanên çapemeniyê sînor hene. Hêj mafê azadiya çapemeniyê û mafê agahîstendina gel ka bi Destûra Bingehîn tê parastin îhlal dibin. Ji bo ev îhlal bên ronîkirin û berpirsiyarê van îhlalan bên darizandin divê meclis Komîsyona Lêkolînê ava bike.” ENQERE