Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ÎRA rapora binpêkirina mafên rojnamegeran aşkera kir

ÎRA diyar kir ku li Tirkiyeyê 139 rojnameger girtine û wiha got: “Di meha mijdarê de 12 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 5 rojnameger rastî êrîşan hatin û ji bo 12 rojnamegeran jî 45 sal cezayê girtîgehê hat bîrin.”

Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha mijdarê de aşkera kir. Înîsiyatîfê bal kişand ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ku beriya 25 salan hate kirin û êrîş şermezar kir û wiha got: “Di asta heyî de avahiyên rojnameyan neyên bombekirin jî êrîş dewam dikin. Yên ku êrîşî rojnamevanan dikin mîna 25 sal beriya niha em ji wan re dibêjin; ev agir dê we jî bişewitîne.”

Di raporê de hate ragihandin ku zexteke bi rêk û pêk li rojnamegeran tê kirin û hate gotin ku ne pêkan e ku mirov li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê bike.

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP mîna her tiştî dixwaze rojnamegeriyê jî bike yektîp. Înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û ragihand ku Tirkiye ew welat e ku herî zêde rojnameger lê girtî ne û ev tişt anî ziman: “Em hem tînin bîra hikumetê hem jî tînin bîra dadgeriyê; rojnameger ne dengê desthilatdariyê ne, rojnameger dengê civakê ne. Ji ber vê yekê em dixwazin hempîşeyên me yên girtî hemû tavilê werin berdan.”

Li gorî raporê di nava mehekê de 12 rojnameger hatine binçavkirin, polîsan girtin ser mala 8 rojnamegeran, 4 rojnameger hatin girtin, êrîşî 5 rojnamegera hat kirin, derbarê rojnamegerekî de lêpirsîn hatiye vekirin, doz li 2 rojnamegeran hatiye vekirin, 51 rojnameger hatine darizandin, ceza li 13 rojnamegeran hatiye birîn (li 12 rojnamegeran 45 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn, li rojnamegerekî jî 7 hezar lîre ceza hatiye birîn.)

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku 139 rojnameger, hê jî di girtîgehê de ne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar