Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Rêxistinên mafên mirovan bi bêdengiya xwe rê didin terora dewleta tirk’

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neyîmî got ku bêdengiya rêxistin û hêzên navdewletî ya li hemberî komkujiyên ku dewleta tirk li dijî Rojava dike, tê wateya rêdana terora dewleta tirk. Neyîmî got ku dewleta tirk sûcê şer dike û divê berpirsyarên wê bên darizandin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê kanûnê de navenda navçeya Arfadê (Til Rifat) topbaran kir. Di topbaranê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn. Têkildarî komkujiyê ji rêxistinên mafên mirovan heta hêzên navdewletî, gelemperiya cîhanê xwe li bêdengiyê danî. Der barê mijarê de endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neyîmî ji ANHA’yê bi Basil Reşo re axivî.

Mihemed Emîn Neyîmî anî ziman ku diviya bû ku rêxistinên navdewletî bi taybet jî UNESCO’yê der barê mijarê de bertek nîşan bidana û wiha dom kir: “Diviyabû ku ev komkujî şermezar bikirana. Di demekî ku civîna NATO’yê pêk dihat de ev komkujî kirin.”

Saziyên ku bêdeng mane

Neyîmî got ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), dozgerên Dadgeha Dadê ya Navneteweyî, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Dadgeha Strasbourgê ya Mafên Mirovan a Fransayê û gelek sazî û rêxistinên navdewletî li hemberî êrîşên ser rojavayê Kurdistanê bê deng man û wiha got: “Ev yek nîşan dide ku rê dane dewleta tirk ku terora cîhanî pêk bîne.”

‘Berxwedena gel rewa ye’

Bi domdarî jî Neyimî bi lêv kir ku dewleta tirk li ber çavên cîhanê terorê dike û wiha bi awî kir: “Îdiayên dewleta tirk ên ku dibêjin aştî û ewlehiyê dixwazin rast nînin. Sûcên ku dewleta tirk li Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dike, sûcên li dijî mirovahiyê ne li gorî sîstema Romayê divê di dadgeha cezayên navneteweyî ya bi dîroka 18’ê tîrmeha 1998’an de di çarçoveya xalên 5, 6,7 û 8’ê bên cezakirin. Divê ji ber van sûcan, serokomarê dewleta tirk, wezîrê parastinê, serokê desteya artêşê û serokê îstîxbaratê bên darizandin. Li gorî xala 51’ê ya peymana NY’yê, berxwedana gelê herêmê jî rewa ye. Ji ber ku rastî êrîşê tên.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar