Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

2 jinên êzidî radestî Weqfa Jinên Êzdî ya Şengalê hatin kirin

Mala Êzdiyan a Hesekê du jinên êzdî ku demek berê ji hêla şervanan ve hatibûn rizgarkirin, radestî Weqfa Jinên Êzdî ya Şengalê kirin

Mala Êzdiyan a Hesekê îro 2 jinên êzdî ku ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, radestî Weqfa Jinên Êzdî ya Şengalê kir.

Welatiya bi navê Rena Ebas (20) li gundewarên Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin. Elmaz Sebrî (19) jî beriya niha bi demekê ji aliyê HSD’ê ve hatibû rizgarkirin û di kampa Holê de di ma. Ji rêveberên Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê Ziyda Şêx Evdal têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku her du welatî ev nêzî du meh in li cem wan in.

Evdal got ku ew dê îro her du jinan radestî Weqfa Jinên Êzdî ya Şengalê bikin û piştre jî dê radestî malbatên wan bên kirin.

Weke ku tê zanîn şervanên HSD’ê bi dehan jin û zarokên ji Şengalê rizgar kirin û radestî  Mala Êzdiyan kirin. Mala Êzdiyan jî welatî radestî malbatên wan kirin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar