Rêveberên HDP’ê ya Elbistanê Elîf Kisa, Alî Kisa û Bekir Kara ku demek berê bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ hatibûn binçavkirin, di çarçoveya ‘şahidê nepen’ de hatin girtin
Polîsên dewleta tirk li navçeya Elbistan a Gurgume bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtinê de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elbistanê Elîf Kisa (65), Alî Kisa (70) û Bekir Kara (60) bi îdiaya ‘Endamên rêxistinê ne’ binçav kiribûn.
Lêpirsîna her sê rêveberên HDP’ê yên li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû û sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê der barê her sê rêveberan de biryara girtinê da.
Hat zanîn ku rêveberên HDP’ê di çarçoveya îfadeya ‘şahidê nepen’ de hatine binçavkirin û girtin. Hêjayî gotinê ye ku Elîf û Alî Kisa ku hevjînin, yek jê ji sedî sed astengdar û yê din jî kerr 2 zarokên wan hene. GURGUM