Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Partiyên kurd sibe ji bo yekitiyê dicivin: Dê nexşerêyek bê diyarkirin

Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek û cîgirê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî dan zanîn ku dê di civîna sibe ya ku dê bi rojeva ‘yekitiya neteweyî’ li dar bixin de nexşerêyekê amade bikin. Siyasetmedarên kurd gotin; ‘Em ê vêcarê ji hevîrê heyî nanekê derxînin.’

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) dê sibê bi rojeva ‘yekitiya neteweyî’ li Amedê bicivin. Têkildarî mijarê serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek û cîgirê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji MA’yê re axivîn.

Têkildarî mijarê Sînan Çîftyurek anî ziman ku yekitiya kurdan hewcehiyeke û wiha got: “Divê ev yekitî li çar parçeyan mayînde bibe. Derfetên ji bo yekitiyê zêde ne. Hêza siyasetê ya ji bo pêkanîna yekitiyê heye. Hunermend û rewşenbîran ji bo yekitiyê bang li siyasetmedaran kirin. Li kolanan hûn ji kê bipirsin di rojeva wan de yekitî heye. Du roj berê du rûspî ji bo yekitiyê hatin serdana partiya me. Ji me re gotin; ‘Bila hemû karê we ji bo yekitiya neteweyî be.’ Ev jî nîşan dide ku divê siyasetmedar guh bidin daxwaza gel. Ji bilî gavavêtinê tu rêyên din nînin.”

‘Em ê ji hevîrê heyî nanekî derxînin’

Çîftyurek da zanîn ku ev gelek care ku ji bo yekitiyê kom dibin û wiha pê de çû: “Ger em li Bakur gavekî girîng biavêjin, dê ev yek bandoreke mezin li Başûr, Rojhilat û herî zêde li Rojava jî bike. Divê berpirsyarên partiyan di gotinên xwe de baldar bin. Ger gavên nehatine avêtin weke ku hatibin avêtin nîşan bidin, wê demê dê hêviya gel bişikê. Heqê me jî nîne em hêviya gel bişikînin. Me hêj tu nav li tifaqê nekirine. Li Bakur ji sala 2005 heta sala 2012’an bi navê Tevgera Yekitiya Kurd (TEV-KURD) an jî KCD xebat hatin kirin. Lê kongre, enî yan jî meclis nediyare. Bi çi awayî dibe bila bibe em ê tifaqa xwe pêk bînin. Dê kîjan di nava vê xebatê de bin, ev mijar tê nîqaşkirin. Em bi biryarin ku ji vî hevirî nanekê derxînin. Ev mijar, mijara hebûn û nebûna kurdan e. Em bang  li hemû partiyan dikin ku nebin amûrên berjewendiyên xwe yên şexsî. Divê giliyê van kesan ji gel re bê kirin. Di wê baweriyê de me ku em ê bi ser bikevin.”

Cudahiya civîna sibê ya ji yên din

Metîn Pîranî jî bi lêv kir ku bi salan e civînên wan didomin û ev nirxandin kir: “Ferqa civîna sibê ji ya yên din, dê sibe nexşerêyek bê derxistin. Dê ev yek bi lez û bez bê kirin û amadekariyên me hene. Em ê ji bendewariya gel û welatê xwe re bibin bersiv. Ji bo avakirina yekitiya neteweyî divê hemû partî, rêxistin di nava hewldanê de bin. Divê em zêdetir li ser berjewendiyên kurd û Kurdistanê bisekinin. Serkeftin dê bi vê pêkan be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar