Bi dehhezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyên 10 şehîdên ku li Til Rifatê ji hêla dewleta tirk ve hatine qetilkirin, bi tililî û dirûşman oxir kirin
Dewleta tirk û çeteyên wê di 2’yê kanûnê de navenda navçeya Til Rifatê topbaran kirin. Di topbaranê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl bi hovane hatin qetilkirin. Bi armanca oxirkirina şehîdan bi hezeran şêniyên herêma Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a Kantona Şehbayê kom bûn.
Şêniyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneyê wergirtin û li kolana sereke ya navçeya Fafînê geriyan. Di meşê de welatiyan dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û piştgiriya Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê re berz kirin. Her wiha welatiyan şaxê zeytûnan, wêneyên şehîdên komkujiyê û pankartên ‘Na ji kuştina zarokan re’, ‘Rojava serî natewîne’, ‘Tirkiye xaka me dagir dike, zarok û kalepîrên me dikuje’ û ‘Rûsya bêdeng e û em dagirkeriya Tirkiyeyê red dikin’ hatin vekirin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir
Li Goristana Şehîdan a Navçeya Fafînê merasîma oxirkirina şehîdan bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif, hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso, ji rêveberên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Newroz Haşim û endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Cûma axivîn.
‘Dewleta tirk ji îradeya gelê herêmê ditirse’
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan hate xwestin. Her wiha hat destnîşankirin ku êrîş û komkujiyên artêşa tirk û çeteyên wê li dijî kantona Şehbayê armanc jê ku herêma ji niştecihên wê yên resen vala bike, îrade û berxwedana şêniyên Efrînê li Til Rifat û Şehbayê bişikîne. Axaftvanan got ku dewleta tirk ji îradeya gelên azadîxwaz ditirse.
Sazî û dewletên cîhanî hatin rexnekirin
Axaftvanan destnîşan kir ku dewleta tirk pêjeroja gelan hedef digire û bi awayeke vekirî sûcên şer li dijî gelê herêm dike. Axaftvanan bêdengiya sazî û dewletên cîhanî jî rexne kirin û gotin; ‘deqekê reş li ser eniya rêxistin, sazî û dewletên cîhanê yên ku bi navê mafên mirovan tevdigerin heye.’
Di merasîmê de her wiha zarokê bi navê Xelîl Hisên ji bo şehîd û rêhevalên xwe helbestek got. Paşê nasnameya şehîdên komkujiyê ji aliyê mamosteyên KPC-Demokratîk Ronî Mihemed û Avdar Xelîl ve hatin xwendin.
Herî dawî jî cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdan a Navçeya Fafînê bi dirûşm û tililiyan hatin oxirkirin. ŞEHBA