PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Xaneqînê de 3 pêşmerge şehîd bûn

Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî Tugaya 3 ya Pêşmergeyan a li gundê Dekey ê Xaneqînê kir. Di şer û pevçûnên di navbera pêşmerge û çeteyan de 3 pêşmerge şehîd bûn û êrîşa çeteyan hate têkbirin

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî herêma Xaneqînê didomin. Di vê çarçoveyê de komên çete şevê din li gundê Dekey ê li rojavayê navçeya Xaneqîn a Diyaleyê êrîşî Tugaya 3 ya Pêşmergeyan kir. Li ser bersivdayîna pêşmergeyan jî şer derket.

Têkildarî mijarê cîgirê Fermandarên Tugaya 3 ya Pêşmergeyan Cimhur Hacî Rustem axivî û ev agahî dan: “Agahiya me ji plana êrîşa DAIŞ’ê hebû. Çeteyên DAIŞ’ê ji 5 milan ve bi çekên giran êrîşî me kir û me jî bersiv da. Şer heta saet 22.00’an berdewam kir û êrîş hate şikandin. Di şer de 3 pêşmerge şehîd bûn û 2 ji birîndar bûn. Piştî şer jî şehîd û birîndar rakirina Nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Hejar a Kelarê.”

Navên pêşmergeyên şehîd bûn wiha ne: “Luqman Tahîr ê ji Derbendîxanê, Ziyad Xelîfe Sultan ê ji navçeya Kifriyê û Mehmûd ê ji navçeya Çemçemalê.”

Daxuyaniya wezareta pêşmergeyan

Der barê mijarê de Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Federal a Kurdistanê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatiye pûçkirin. Wezaretê destnîşan kir ku ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê, ji bo jiholêrakirina teror û terorîstan, her tim di amadebaşiyê de ne. Wezaretê diyar kir ku di heyamên borî de wan gelek caran hişyarî dan ku DAIŞ li herêmên cuda ji nû ve serî hildide û êrîşa dawî jî vê gotina wan piştrast dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar