Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Dewleta tirk li dijî Rojava polîtîkaya qirkirinê dimeşîne’

Hevserokê Şaxa Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo diyar kir ku dewleta tirk di dîrokê de her tim bi qirkirinên xwe tê naskirin û li dijî gelê Rojava jî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Elo bêdengiya hêzên rûs û cîhanê jî şermezar kir

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê kanûnê de êrîşî navenda Til Rifatê kir. Di encama êrîşê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl bi hovane hatin qetilkirin. Her wiha 12 sivîl jî bi giranî birîndar bûn. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, hevserokê Şaxa Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo ji ANHA’yê bi Fîras Îbrahîm re axivî.

Bekir Elo anî ziman ku artêşa tirk a osmanî xwedî dîrokeke reş e û wiha got: “Di dîrokê de her tim bi rûpelên reş tên naskirin. Her dem bi komkujiyan tên naskirin. Qirkirinên li dijî gelên ermen, kurd û ereban çend mînakên ji van in. Dewleta tirk niha jî li gelê herêmê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Bi van êrîşan dixwazin di serî de vîna gelên herêmê bişikînin û pêşeroja wan tarî bikin. Bi taybet jî bi qetilkirina zarokan re tola çeteyên DAIŞ’ê hiltînin.”

Helwesta hêzên Rûsya û cîhanê

Bi berdewamî jî Elo bal kişand ser hebûna hêzên rûsî û sûrî yên li navçeya Til Rifatê û wiha pê de çû: “Hêzên rûsî îdia dikin ku tu kes nikare êrîşî herêmê bikin û herêmê aram e. Lê me dît ku dewleta tirk li ber çavên wan komkujiyan dike. Gelo çima Rûsya heta vê kêliyê jî li dijî vê komkujiyê bêdeng e? Ez bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan jî şermezar dikim. Ew jî hevkarên vê komkujiyê ne.”

Kanton hatiye dorpêçkirin

Herî dawî jî Bekir Elo ev tişt anî ziman: “Rejîma Sûriyeyê kantona Şehbayê dorpêç kiriye. Ev jî nîşan dide ku rejîm gelê Efrînê weke gelê Sûriyeyê nahesibîne. Li hêlekê wan dorpêç kiriye û li hêla din jî kanton rastî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê tê. Pêwîstiyên jiyanî li kantonê kêm in. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyê dide.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar