Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Temellî: Divê daxwaza gel a ji bo yekitiya neteweyî bê bersivandin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got ku komkujiya ku dewleta tirk li Til Rifatê kir, aqil û stratejiya komkujiyan e. Temellî diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re jî dewlet ji makeqanûnê qut bûye. Ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî Temellî got; ‘Dîrokê derfetên mezin afirandine. Ger ku hûn guh nedin bagewaziya dîrokê, dîrok dê we tasfiye bike. Divê daxwaza ji gel tê bê bersivandin.’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker a li dijî Til Rifatê ku di encamê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl bi hovane qetil kirin û 12 kes jî bi giranî birîndar bûbûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xebatên yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Adnan Bîlan û Cemîl Ugur re axivî.

Sezaî Temellî ji ewil bal kişand ser komkujiya li Til Rifatê û wiha got: “Dilê mirov ranake ku dîmenên komkujiyê temaşe bike. Ji roja Efrîn hatiye dagirkirin heta niha komkujiyên bi vî rengî tên kirin. Ev komkujî karê OSO ku bermahiyên DAIŞ’ê ne. Li herêmê bênavber komkujiyan dikin. DAIŞ niha jî ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê talûkeyeke mezin e. Bûyera li Til Rifatê aqil û stratejiya komkujiyan e. Bi van komkujiyan dixwazin herêmê ji kurdan vala bikin. Ev bûyereke ji rêzê nîne. Divê hêzên navdewletî rê li ber van komkujiyan bigirin.”

Tecrîda li ser Ocalan

Piştre jî Temellî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Tecrîd di hêla hiqûqê de tê wateya têkçûna dewletê. Tecrîd tenê mijara gelê kurd û birêz Ocalan nîne. Dewlet bi tecrîdê re ji makeqanûnê qut bûye. Hiqûqeke din ava kirine. Ger îro ewqas binpêkirin hebin, bingeha vê xwe dispêre tecrîdê. Hemû kes di tecrîdê de ye. Di şexsê Ocalan de hemû kes di tecrîdê de tê hiştin. Divê ev tecrîda giran bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê  cemawerî û hemû rêxistinên hiqûqê û yên pîşeyî yên Tirkiyeyê bi înîsiyatîf rabin.”

‘Dîrokê derfetên mezin afirandi ne’

Der barê hewldanên yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî Temellî ev nirxandin kir: “Li vê herêmê 45 milyon kurd hene. Li her herêmê pirsgirêkên cuda hene. Lê pirsgirêkên hevpar jî hene. Divê mekanîzmayeke ku hemû herêm bi hev re bikarin di nava danûstandinan de bin bê avakirin. Ev rewşa belaveyî divê bi dawî bibe. Têkoşîna li her parçeyê pir girîng e. Divê têkoşîna li her parçeyê ji ya parçeyên din sûd bigire. Dîrokê derfetên mezin afirandine. Ger ku hûn guh nedin bagewaziya dîrokê, dîrok dê we tasfiye bike. Divê daxwaza ji gel tê bê bersivandin.”

Rewşa Demîrtaş

Der barê rewşa hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî Temellî ev agahî dan: “Bijîşkê ambulansê diyar dike ku rîsk tune ye. Divê bijîşkê ambulansê vê yekê nebêje. Çi dibe bila bibe divê bi lez mudaxale bê kirin û bê dermankirin. Hestiyariya li hemberî rûdanên li girtîgehan pir lawaz e. Em bang li rayedarên CPT’yê dikin ku bi erka xwe rabin.”

Zextên li ser HDP’ê

Têkildarî zextên li ser HDP’ê jî Temellî wiha axivî: “Kesekî di sala 2008’an de tev li duxaniya çapemeniyê bûy jî tê binçavkirin. Ev weke pêkenokê ye. Tişta ku berê FETO dikir, niha jî AKP  dike. Gelo bi vê yekê re jî hûn jî naşibin wan? HDP li çareseriya siyaseta demokratîk digere. Lê rejîma otoriter ji vê siyasetê direve. Ji ber ku HDP dengê heqîqetê ye.”

Temellî herî dawî jî mijara tayînkirina qeyûman nirxandin û wiha got: “Bi hiqûqa tecrîdê re hiqûqa qeyûm jî bi pêş ket.  Dîwarên ku li pêşiya şaredariyan danîn, dîwarên tirsê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar