HDP û partiyên Kurdistanî bi rojeva yekitiya neteweyî li Amedê kom bûn. Tê payîn ku di kombûnê de dê nexşerêya yekitiya neteweyî bê derxistin
Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva ‘yekitiya neteweyî’ li Navenda Giştî ya Partiyê Herêmên Demokratîk a Amedê hatin gel hev. Li gel ku banga tevlêbûna kombûnê li wan hate kirin jî nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) tev li kombûnê nebûn.
Tê payîn ku di kombûnê de ya ku ji çapemeniyê re girtî ye, dîrok û naveroka komxebata ku bi beşdariya partiyên ku li herêmê û Tirkiyeyê siyaset dikin bê lidarxistin û nexşerêyek bê avakirin bê diyarkirin. Her wiha di kombûnê de tê armancakirin ku naveroka hevdîtinên heyetên ku bên avakirin û li Ewropa, Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinan bikin, bê nirxandin. Hat diyarkirin ku di kombûnê de li şûna pêşaniyên alî, partî û rêxistinan dê pêşaniyên gelê kurd esas bêne girtin. AMED