Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Çi guneha zarokên me hebû ku dewleta tirk ew qetil kirin?’

Welatiyên Dirbêsiyê bertek nîşanî qirkirinên dewleta tirk dan û gotin ku dewleta tirk karên terorî dike. Welatiyan komkujiya li Til Rifatê şermezar kir û gotin; ‘Gelo çi guneha zarokên me hebûn ku Erdogan ew qetil kirin?’

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê kanûnê de li navçeya Til Rifat a Kantona Şehbayê li dijî zarokên efrînî yên koçber, komkujî pêk anî. Di komkujiyê de 10 sivîl ku 8 jê zarok bûn, hatin qetilkirin û 12 kes jî bi giranî birîndar bûn. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, şêniyên Dirbêsiyê ji ANHA’yê re axivîn.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Fesîh Hemo ji ewil pirsa ‘Gelo çi guneha zarokan heye ku ji hêla dewleta tirk ve tên qetilkirin?’ kir û wiha domand: “Dewleta tirk karên terorî dike û zarokên me dikuje. Xaka me cihekî bi aram bû. Lê niha rûxandin û veguherandin qada şer.”

‘Erdogan dê negihe armancên xwe’

Şêniya bi navê Raziye Deodoş jî di serî de komkujiya Til Rifatê şermezar kir û got ku aramî û ewlehî mafê zarokan e. Deodaş diyar kir ku Erdogan û çeteyên wî yên DAIŞ’ê jiyan li zarokên wan kiriye dojeh û li ber çavên hemû cîhanê tên qetilkirin. Deodaş wiha pê de çû: “Erdogan dê negihe armancên xwe yên qirkirinê. Erdogan çi bike jî nikare îradeya me têk bibe. Berxwedana me berdewam e.”

‘Pêşeroja me hedef tê girtin’

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Îbrahîm Hiso jî bi lêv kir ku Erdogan bi rêya komkujiyên ku dike hewl dide ku gelê aştîxwaz û yê dixwaze jiyaneke hevbeş bijî, qir bike. Hiso destnîşan kir ku Erdogan bi qetilkirina zarokên wan re pêjeroja wan hedef digire û wiha derbirî: “Me dît bê ka dagirkerên tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çi kir. Hemû cureyên çekên qedexe bi kar anîn. Kiryarên Erdogan û çeteyên wî binpêkirina hemû qanûn û peymanên navdewletî ye.”

‘Çi zarok terorîst nînin’

Welatiyên bi navên Mesûd Awid û Erebiya Xelef jî gotin ku zarokên wan ji ber êrîşên dagirkeran bi rehetî nikarin derkevin derve. Welatiyan anî ziman ku çi zarok terorîst nînin û Erdogan zarokên wan qetil dike. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar