Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê ji bo şehîdên komkujiya Til Rifatê merasîma sersaxiyê li dar xist
Bi sedan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û welatiyên ji herêmên Efrîn û Şehbayê, ji bo sersaxiyê bidin malbatên ku zarok û xizmên xwe di komkujiya dewleta tirk de winda kirin, berê xwe dan navçeya Til Rifatê.
Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê şêniyên navçeyên Ehdas, Babinês, Fafîn û Kampa Berxwedan Ranya Hesen, endama Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Berxwedanê Leyla Îbîş axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
‘Dê dewleta tirk nekare vîna gel bişikîne’
Di axaftinan de hat tekezkirin ku dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bi hedef girtina zarokan û pêkanîna komkujiyan dê nekare vîn û îradeya gel bişikîne. Her wiha hat diyarkirin ku divê baweriya gel hebe ku xwîna şehîdan vala naçe. Axaftvanan diyar kir ku bi ruhê Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê, fedakariyên şehîdan û berxwedana şervanan, dê Efrîn ji dagirkeran bê rizgarkirin.
Her wiha şêniyan dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê berz kirin. Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.
Komkujiya dewleta tirk
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê kanûnê de şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin û li navçeya Til Rifatê bi cih bûn, topbaran kirin. Di êrîşê de welatiyên bi navên Hisên Abdullah (74), Elî Mehmûd Osman (54) û zarokên bi navên Hemûdê Mihemed Elî (11), Mistafa Mihemed Mecîd (10), Mihemed Omer Hemê (7), Arif Mihemed (6), Îmad Ehmed Kêfo (9), Ebd El Fetah Elîko (3), Semîre Ebderhman Hiso (12) û Mihemed Ebderihman Hiso (15) hatibûn qetilkirin. ŞEHBA