Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kubîlay: Tirkiye li dijî Rojava sûcên şer dike û divê bê darizandin

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay anî ziman ku di civîna NATO’yê de jî xuya bû ku polîtîkaya dijkurd a dewleta tirk têk çûye. Kubîlay diyar kir ku dewleta tirk li dijî Rojava sûcên şer dike û ji bo darizandina van sûcan jî divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Kubîlay got; ‘Ji Roboskê heta Til Rifatê tiştek neguheriye. Tenê hejmara darbestan guherî  ye.’

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê civîna çapmeniyê li dar xist.

Kubîlay di serî de binçavkirina hevşaredên wan ên şaredariyên Bêgir, Qelqelî û Elbakê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Hevşaredarên me binçav kirin û avahiyên şaredariyên me hatine dorpêçkirin. Dîsa bi hincetên pûç û vala binçav dikin û dê qeyûm tayîn bikin. Heta bertekeke xurt neyê dayîn, dê rejîma qeyûm bi desteserkirina şaredariyan xwe bi cih bike û zextan zêdetir bike. Heta ev îktîdar hebe dê kes nekare bi rehetê siyasetê bike. Lê çi dikin bila bikin dê nekarin nerewabûna xwe binûxumînin.”

Civîna NATO’yê

Têkildarî civîna NATO’yê ya li Londrayê jî Kubîlay ev nirxandin kir: “Dijminatiya li dijî kurdan di vê civînê de derket holê. Di hefteya dawî de di navbera welatên NATO’yê û Tirkiyeyê de aloziyek derket. Erdogan ji bo ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke ‘terorîst’ pênase bike xebateke taybet hat meşandin. Dewletên NATO’yê piştgiriyê nadin dijminahiya li dijî kurdan. Her çiqas di civîna NATO’yê de qetilkirina zarokên Til Rifatê nehatibe dîtin jî, careke din xuya bû ku polîtîkaya dijkurd a derve temenê xwe tije kiriye. Lê tevî vê jî medyaya AKP’ê mîna ku Erdogan bi serkeftî ji Londrayê vegeriyabe nîşan dan.”

‘Di êrîşên dewleta tirk de herî kêm 162 zarok hatine qetilkirin’

Kubîlay da zanîn ku li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşên Tirkiyeyê yên di du salên dawî de herî kêm 162 zarok hatine kuştin û 195 zarok jî birîndar bûne. Kubîlay wiha dom kir: “Li gorî daneyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ, El Nusra û yên din di navbera salên 2014-2018’an de li Serekaniyê, Kobanê, Girê Spî, Reqa, Minbic, Dêra Zor û Hesekê di êrîşên bombeyî de herî kêm hezar zarok qetil kirine. Her wiha gelek zarok jî astengdar bûne.”

Banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir

Di berdewamê de jî Kubîlay daxuyand ku Tirkiye li dijî Rojava sûcên şer dike û wiha pê de çû: “Van sûcên şer jî pir bi aşkerayî dike. Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku li dijî van sûcên şer ên li dijî zarokan bi lez û bez bikevin nava tevgerê. Her çiqas NATO li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma be jî, em bang li wan hêzan dikin ku ji bo darizandina berpirsyarên van sûcên şer dadgeheke navneteweyî ava bikin û zextan li ser dewleên kujer çê bikin. Wek encam; ji Roboskê heta Til Rifatê tiştek neguheriye. Tenê hejmara darbestan guherî  ye. Tişta ku neguheriye tenê dijminatiya li dijî kurdan e.”

Zextên li girtîgehan

Herî dawî jî Kubîlay wiha got: “Roj naçe ku ji girtîgehan darbest dernekevin. Her roj tundî û îşkence zêde dibe. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Li şûna girtiyên nexweş berdin lê darbestên wan derdikevin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar