Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bahoz Erdal: Ji bo pêşîlêgirtina Lozanên nû divê kurd bibin yek

Ji fermandarên NPG’ê Bahoz Erdal anî ziman ku pêvajoya vê serdemê dişibe ya dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê. Erdal da zanîn ku Rojhilata Navîn di nava şer de ye û wiha domand: “Divê gelê me ji bo diyarkirina dahatûya xwe, ji şer re amade be. Her wiha ger kurd nexwazin Lozanên xerabtir bi serê wan bên, divê yekitiya xwe ava bikin.”

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) Doktor Bahoz Erdal di Stêrk TV’yê de ji bernameya taybet re axivî. Bahoz têkilî dagirkeriya qirker a dewleta tirk a li ser Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku kurd bi Lozaneke nû re rûbirû ne û heke kurd bibin yek dê nehêlin ku Lozaneke dî bibe.

Hevpeyvîna li gel Bahoz Erdal wiha ye:

“Artêşa tirk li Til  Rifatê li dijî gelê me û zarokên Efrînê komkujiyeke din kir. Di vê komkujiyê de 10 mirovên me şehîd bûn û ji van 8 jê zarok in. Ji aliyekî ve bajar bombe kirin û ji aliyekî ve dibistan bombe kirin û komkujî kirin. Ev komkujî ya di vê serdemê de ne tesadûf e û ne jî qezayek e. Ji ber ku nexşeya Til Rifatê di dest dewleta tirk de ye, dizanin bê ka dibistan li kuderên bajêr in. Jixwe balafirên keşfê tim difirin û li cih dinihêrin. Ji ber vê dizanin bê ka kuder yê kê ye, dibistan e, an jîngehek e. Ji ber vê mirov nikare ji vê komkujiyê re qeza bibêje. Ev nikare weke tesadûf were dîtin. Ev êrîş bi qest û  bi zanebûn kirine. Ji bo ku zarokên Efrînê bikujin ev êrîş anîne.

Komkujiya Roboskê û Kendakola çibe ya Til Rifatê jî ew e

Tu ccudahiya vê komkujiyê ji ya Roboskê nîne. Ji ya Kendakola jî. Li Kendakolayê balafirên şer êrîş anîn, jin û zarok, bi dehan mirovên me yên ji başûrê Kurdistanê şehîd kirin. Her wiha li Roboskê bi komkujiyekê 34 zarên kurd şehîd kirin. Niha li Til Rifatê vê dikin. Her sê êrîş li ser zarokên kurdan hate kirin. Her êrîş li parçeyekî cuda yê Kurdistanê bû. Lê yê ku ev êrîş pêk anîn tenê hêzek e, ew jî dewleta tirk e. Rastiya dewleta tirk, nêzîkatiya desthilata AKP-MHP’ê ya li gelê kurd çiye, bi van komkujiyan derketiye holê.

Dixwazin kemberên Îxwanî Mislim û DAIŞ’ê çê bikin

Komkujî û êrîşa li ser Til Rifatê bi zanebûn hatiye kirin. Bi vê dixwaze peyamê bidin gelê me, gelê me çavtirsandî bikin, bidin revandin û qels bikin. Heke ji destê dewleta tirk bihata dê tenê 8 zarok nekuştibûna. Ji ber bertekan li ber çavê cîhanê mîna ku li ermenan kirin nikarin qirkirinê bikin. Naxwe ya ku dixwazin li Rojava bikin komkuijyeke giştî ye. Li ser navê Rojava li wir her çi hebe dixwazin ji holê rakin. Li wir ne ku tenê dixwazin Kembera Ereb deynin, her wiha dixwazin Kembera Îxwanî Mislim û DAIŞ’ê deynin û li ser navê kurdan tiştekî nehêlin.

Dewleta tirk a faşîst dê nekare têkoşîna azadî û serxwebûnê rawestîne

Em hemû zarokên ku bi komkujiyan hatine kuştin û hemû şehîdên Til Rifatê bi hurmet bi bîr tînin. Esasê têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê ew e ku hesab ji komkujiyên ser gelê me bipirse. Em ê hesabê hemû komkujiyan û ya Til Rifatê bi geşkirina têkoşînê bipirsin. Dewleta tirk a faşîst dibe ku kurdên bêguneh bikuje lê dê nikaribe têkoşîna azadî û serxwebûnê ya kurdan rawestîne. Berevajî doza azadiyê dê geştir bibe. Dewleta tirk her ku li bara têkoşîna me tengavî dibe, serî li rê û rêbazên wiha hov û dijî mirov û komkujiyan dide. Ev komkujî ji aliyekî ve lixwemikurhatine bêgaviya dewleta tirk. Bêgavî û tengaviya dewletan a li bara berxwedan û têkoşîna gelê me ye.

Têkoşîna gelê me dê dahatûyê diyar bike

Di pêvajoya dawî de êrîşa dagirker anîn ser rojavayê Kurdistanê. Gelê me yê li wir li dijî vê êrîşê ev 2 meh in li ber xwe dide. Dewleta tirk û çeteyên di bin nîrê wê de ketin Serêkaniyê û Girê Spî. Lê ev pêvajoyek e. Hek em vê êrîşê ji pêvajoya giştî cuda bifikirin û binirxînin ev ê kêm be. Ji ber ku li tevahiya Rojhilata Navîn şer heye. Gelên herêmê ji bo dahatuyeke aram, birûmet û azad têdikoşin. Her wiha hesabên dewletên mêtinger û navneteweyî hene. Şerekî bi vê çarçoweyê heye. Êrîşa li ser Rojava jî parçeyeke ji vî şerî ye. Dewleta tirk û çeteyên wan ketin van herêman lê wê têkoşîna gelê me diyar bibe bê ka wê çi qasî bikaribin xwe li wir bigirin û encamên vê yên demkurt û domdirêj wê çi bin.

Berxwedana gelê Rojava li hemû cîhanê bandoreke mezin çê kir

Li qonaxa berdest dewleta tirk xwe pir serkeftî nîşan dide lê ne wiha ye. Ji bo ku ketine Sêkaniyê û Girê Spî ev nayê maneya serkeftina wan. Ya ku kirin dagikerî ye. Fatureya vê êrîşê ji bo ku dagirkeran giran e. Berxwedan û fedekariya gelê me li hemû cîhanê bandoreke mezin çêkir. Bû sedem ku gelê kurd û Rojava bibe rojeva hemû cihanê. Têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê kurd bû dozeke navneteweyî. Rewabûna doza azadiyê ya gelê me yê Rojava bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Her wiha nîşan da ku gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çendî bi hêza xweparastinê hewce ne, nîşan da ku divê li ber xwe bidin û rewabûna vê anî.

Pêvajoya şer dê hê bidome

Gelê me yê Rojava, bi kurd, ereb, asur û suryan fêhm kir ku şerê li herêmê ne şerekî demkurt e û tenê bi rewşa Sûriyeyê re ne têkildar e. Bi Iraqê re û bi deverên din ve têkildar e û bi hemû gelên herêmê re. Ev pêvajoya şer dê hê bidome û aştiyeke demkurt, çareserî û aramî pêkan xuya nake. Heke bibe jî wê ne domdirêj be.

Ger em bixwazin bi rûmeta xwe bijîn divê em ji şer re amade bin

Gelê me yê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê fedakariyên mezin kirin. Mal û gund û bajarên wan bi destê El Nusra, DAIŞ’ê sê caran bi ser wan de hatin hilweşandin û şewitandin. Niha jî dewleta tirk a mêtinger vê dike. Lê gelê me ji van têra xwe tecrube stand. Ji ber vê jî divê her kes ji berxwedan û şer re hazir be. Heke em dixwazin bi rûmeta xwe bijîn divê em ji berxwedan û şer re hazir bin. Ji ber ku li herêmê rewşa şer heye û şer xwe li ser her kesî ferz dike. Heke em ji berxwedan û şer re ne hazir bin em nikarin bi rûmetî û aramî bijîn. Mixabin di vê pêvajoya berxwedan û şer de hilweşîn heye, mirin hene. Li pêşberî me yê heyî, navê xwe her çendî dewleta tirk jî be, DAIŞ heye, hişmendiya DAIŞ’ê ye û rêbazên DAIŞ’ê bi kar tîne. Em bawer dikin ku berxwedana gelê meye Rojava û gelên Sûriyeyê ya li dijî vê hişmendiya hov ji niha û pê ve dê xurtir be.  Dê berdêla siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a li ser dijminatiyê wê giran be.

Cihê çareseriya pirsgirêka kurd Şam e

Pêşî divê vê diyar bikim; li Sûriyeyê û Rojava cihê çareseriyê ya pirsa kurd, Şam e. Meseleya kurdan û demokrasiyê ya Sûriyeyê li nav sînorên Sûriyeyê, li gel rêveberiya Şamê dikare were çareserkirin. Ev ji bo gelê me yê Rojava û ji bo hemû gelên Sûriyeyê wiha ye.

Ji bo hikûmeta Sûriyeyê jî çareserî ew e ku bi kurdan re diyalogeke rast deyne. Divê hikûmeta Sûriyeyê xwe ji fobiya kurdan xilas bike. Propagandayên ku dibêjin kurd cihêkar in, dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, bi ser hêzên derve ne, ne rast in. Pratîka beriya şoreş û piştî şoreşê nîşan daye ku kurdên Rojava ji bo parçekirina Sûriyeyê tu gav neavêtine. Rêveberiya Rojava û rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi gelê ereb û yên herêmê re ji Reqa heta bi Dêrazorê tifaq daniye, ji wêdetir hewl dide ku jiyana hevpar deyne, çawa dibe cihêkar? Heke kurd li Rojava cihêkar, dabeşkar bûne, bi gelên ereb re ev çend nedibûn yek û hevkarî nedikirin. Bi Reqa û Dêrazorê re xwe nediêşandin. Dê ne tenê cihên xwe, hewl nedane ku hemû Sûriyeyê biparêzin. Dema ku ev rastî li holê ye divê rejîma Sûriyeyê dev ji fobiya kurd biqere.

Divê weke dijmin nêzî kurdan û rêveberiya xweser nebin

Divê rejîma Sûriyeyê kurdên li Rojava û rêveberiya xweser weke dijmin nebîne, nêzikatiyeke dijminane divê bi wan neke, weke ku angajeyi hêzên navneteweyî bin, divê li wan nenihêre. Ji ber ku ev hem ne rast e û hem jî têkiliya xwe bi rastiyê re nîne, hem meselê çareser neke û hem jî encamên ku dê derkevin ji bo rejîmê wê ne baş bin.

Heke rejîm bi vî ziman û şêwazê nêzî kurdan bibe dê xizmetê ji ajandaya Erdogan re bike. Erdogan dixwaze rejîma Sûriyeyê li kurdan sor bike, nakokiyên hikûmeta Sûriyeyê û kurdan giran bike. Dixwaze kurdan cihêkar, dabeşkar nîşan bide û wiha dixwaze bike ku rejîma Sûriyeyê ji kurdan bitirse. Ev konsepta Erdogan e. Heke Beşar Esad wiha nêz bibe û bi vê şêwazê be dê xizmetê ji ajandaya Erdogan re bike.

Ajandaya Erdogan çiye? Dixwaze Sûriyeyê dagir bike. Ji ber vê em dibêjin, divê kurd û hikûmeta navendî ya Şamê têkiliyên xwe ji nû ve baş bikin. Divê ev kûr jî be. Xapandin tê de nebe. Divê ev têkilî bi berfirehî werin nirxandin. An na ne li Sûriyeyê dê aramî hebe, ne jî rejîm dikare ser pêyan bimîne.

Rejîma Sûriyeyê divê ji bîr neke, heke YPG nehata avakirin, ne ji siyaseta gelê Rojava û rêveberiya xweser bûya, niha bi navê rejîmê dê tiştak li holê nemaya. Dewleta tirk û çeteyên wê li ser vê mijarê kurdan sûcdar dikin û dibêjin; ‘Heke ne ji we bûya me dê rejim hilweşanda.’ Heke kurdan li Efrîn, Helebê alîkarî bi dewleta tirk re bikirana rejîmê dikarîbû li Helebê bimîne? Heleb biçûya rejîma Sûriyeyê dikarîbû li ser pêyan bimîne? Li Cizîrê jî rewş ne wiha bû?

Rejîm divê malavaniya kurdan û YPG’ê bike

Helwesta kurdan sedema herî mezin e ku Sûriye îro neketiye destê dewleta tirk û çeteyên wan. Rejîma Şamê ji ber vê divê malavayiyê li YPG’ê û kurdan bike. Heke ne ji wan bûya niha dê yekparebûna xaka Sûriyeyê nemaye û dewleta tirk dê her dever dagir bikira, bi Tirkiyeyê ve girêbidaya. Skenderûn çawa tev li xwe kir? Niha dixwaze eynî tiştî li Cerablus û Efrînê bike.

Rêveberiya Şamê divê helwesta 7 salan a kurdan rast bixwîne û li ser vê bi kurdan re têkiliyeke nû û kûr deyne. Heke ev têkilî li ser hîmê qebûlkirina kurdan û mafên wan be, ev ê dahatûya Sûriyeyê û rejîmê mîsoger bike lê heke dijminatiya li kurdan bidome, heke em tasfiyeyeke kurdên Rojava bihesibînin, dê piştre dor were ser Şamê. Ji ber vê rêveberiya Şamê divê li dahatûyê binihêre û li meseleyan binihêre divê ji berçavka şoweniya ereb nenihêre, divê ji fobiya kurdan xilas bibe. Heke wiha bibe ev ê ji bo dahatûya Sûriyeyê bibe rûpeleke nû.

Êrîşan kurd kirin yek

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê  Spî xizmet jê re kir ku gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî xurt bike. Erdogan her çendî xwestibe ku kurdan parçe bike, wan bi hev bide şerkirin jî, van êrîşan kurd kirin yek. Ev rastiyek e. Ji hêla giyanî ve, hîsî ve, kurd bûye yek û li dijî van êrîşan rabûne ser pêyan. Li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li gelek  deverên cîhanê ev wiha bû.

Ruhê yekitiyê yê li her çar parçeyan

Gelê başûrê Kurdistanê ji roja pêşî ya êrîşê ve, bi rastî bû xwedî helwesteke pir xurt a neteweyî û kurdistanî. Ciwanên başûrê Kurdistanê tevli berxwedanê bûn, ji her beşên civakî tevlê bûn, ji mirovên rewşenbîr bigirin heta bi medyayê her kes bi roleke baş rabû. Her wiha gelê me li rojhilatê Kurdistanê xwedî li ber xwedanê derket. Her çendî li ser gelê me yê bakurê Kurdistanê, zilm û teroreke mezin hebe jî, em pê dizanin ku dilê wê bi rojavayê Kurdistanê re ye, em ji helwesta wê ya li Kobanê dizanin. Li bakurê Kurdistanê jî, bi çalakiyan xwedî li berxwedanê derketin.

Giyanê neteweyî geş bû

Kurdan li her deverê eynî dirûşm gotin, eynî hîs jiyan. Her kesî dît û fêhm kir ku ev êrîş ne tenê li ser Serêkaniyê ne, li dijî hemû kurdan e. Her kurdî ev hîs kir û fêhm kir. Ev pir girîng e. Vê  carê hemû medyaya kurd bû yek deng. Rewşenbîr, hunermend, hemû beşên civakî yên kurd bûne xwedî helwesteke xurt a kurdistanî. Ev helwesta kurdan ku li her deverê nîşan dan hate çi maneyê? Nîşanî me hemûyan da ku yekitiya neteweyî ji bo dahatûya gelê me, hewcehiya herî girîng e. Ev hewcehî kire rojeva me ya sereke. Kurd bêhtir nêzî hev bûn. Ev geşedaneke pir baş e. Mirovên me, êdî li Hewlêrê, li Silêmaniyê, li Mehabadê êşa Serêkaniyê dijîn. Li Amed, Ewropayê êşa Kobanê dijîn. Bi vî rengî giyanê netewî geş bû.

Êrîş li ser hemû kurdan e

Lê gelê me li aliye din dibêje; ‘Ey hêzên kurd, hêzên kurd ku temsîla hêza siyasî dikin, hûn jî ji bo dahatûya kurdan û Kurdistanê li ser hin rêgezan li hev bikin.’ Ev daxwaza gelê me ye û peyama wê ji bo me ev e. Hêzên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, pir kêm tev li vê pêvajoyê bûn. Hin pir aktîf bûn, hin jî ji paş ve tevlê bûn. Lê li vir tişta girîng ku divê em bibinin çiye? Ev êrîşên dagirker ên dewleta  tirk ne tenê li ser herêmekê ye, ne tenê li ser parçeyekê ye, ne tenê li ser hêzekê ye. Li dijî hemû kurdan e.

Rewşa niha dişibe ya dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê

Niha tiştên ku li Rojhilata Navîn têne jiyîn, dişibin yên dema şerê cîhanê yê 1’ê. Wê demê çi bû? Li başûrê Kurdistanê raperîna Mehmûd Berzencî çêbû, li rojhilatê Kurdistanê raperîna Simko çêbû, li bakurê Kurdistanê raperîna Şêx Seîd û yên din çêbûn. Li rojavayê Kurdistanê li dijî Fransayê berxwedan çêbû. Lê ev hemû ji hev qut çêbûn, bi hev re têkilî û tifaq nedanîn û hin jê dijberê hev bûn. Baş e, encam çi bû? Hemû têk çûn.

Neyekbûna kurdan û peymana Lozanê

Wê demê tenê peymana Sewrê hebû. Her çendî ne têrkar jî bû, bi kêmanî mafê serxwebûnê ji bo kurdan nas dikir, navê kurdan derbas dibû. Lê piştî wê bi 3 salan Lozan hate kirin. Baş e Lozan çi bû? Tunehesibandina kurdan bû.  Di wan 3 salan de çawa ji Sewrê çûne Lozanê? Ji ber ku wê demê tevgerên kurdan qels bûn, her tevger têkiliya xwe bi yên din re nedideyna, bi fikra; ‘Ez di agirê wan de neşewitim’ xwe dûr digirt, tenê li xwe difikirî. Li aliye dî, şoweniya tirk pir çalak bû, tawîz dida her kesî. Tawîz dane Amerîka, Rûsya, Sowyetan, ereban û peymana Lozanê ya ku kurd tune hesibandin da îmzekirin.

Hêzên mêtinger niha dixwazin Lozaneke kambaxtir çê bikin

Niha pêvajoya ku em têde ne ne weke ya her car e.  Tevgera kurd ne xurtir e. Van çend salên dawî kurd bi têkoşînê dijî DAIŞ’ê pir derketin pêş. Ji hêla siyasî, leşkerî, dîplomatîk ve gelek derfet û delîve çêbûn. Ji bo kurdan derfetên ji Sewrê çêtir çêbûne.  Lê niha şoweniya tirk û hêzên din ên mêtinger ji bo ku ji Lozanê kambaxtir be, kêfareteke mezin didin. Niha têkoşîn û şerê vê tê dayin.

Rojanekirina Lozanê temamkirina konsepta qirkirinê ye

Ev pêvajo ji hev ne cudatir in. Van 7 salên dawî kurd li başûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê, li bakurê Kurdisanê bû û li hemû cîhanê bûne xwedî hêz û ketin rojeva cîhanê. Li dijî vê konseptek heye. Armanca vê konseptê çiye? Dixwazin kurdan qels  bikin û gav bi gav tasfiye bikin. Ev plana kê ye? A mêtingeran e. Kî pêşengiya vê dike? Dewleta tirk a qirker. Çawa ku ya ku bûyî sedem ku ji Sewrê werin Lozanê şoweniya tirk be, niha jî eynî şoweniya tirk heye. Dewleta tirk pêşî êrîş bi ser kuderê de anî?  Kerkûk û piştre Şengal, piştre Efrîn û niha jî Serêkaniyê. Êrîşê dibe ser gelê bakurê Kurdistanê û siyasetê de, operasyonên qirkirinê tîne. Tu ji van êrîşan ji yên din ne qut e û hemû jî li ser yek konseptê ne. Çend sal man ku Lozan 100 saliya xwe dagire. Dewleta tirk ji ber vê sedsalê dixwaze parçeyên Kurdistanê jî têxe nav, ji bo ku tu tiştekî kurdan nemîne bi hovîtî êrîş dike.

Nabe ku ji bo hin kurdan Sewr be û ji bo hin kurdan Lozan be

Dahatûyeke hevpar li pêşiya hemû kurdan, hemû parçeyên Kurdistanê û hêzên kurd e. Ev dahatûya hevpar çiye? Yan hemû kurd dê azad bibin, her parçe bi reseniya xwe azad bibe yan jî dê Lozaneke dî bikin bela serê kurdan. Ne pêkan e ku ji bo hin kurdan Sewr be û ji bo hin kurdan Lozan be. Nabe ku ji bo hin parçeyan Sewr be, ji bo hin parçeyan Lozan, hebûna parçeyekî were naskirin, serbixwe bibe û parçeyê dî were înkarkirin. Tiştekî wiha ne pêkan e. Heke hin kes difikirin ku dê wiha bibe, divê zanibin ku ev ne pêkan e. Nexasim dema ku mirov li geşedanên 3 salên dawî binihêre tê dîtin ku her parçeyê Kurdistanê parçeyek ji vê tabloyê ye. Ji ber vê, şertên niha û helwesta gelê kurd ferz dike ku hêzên kurd li ser hin rêgezên kurdistanî werin gel hev, vê daxwaz dike.

Zêmînê yekitiya neteweyî çêbûye

Heke em Lozanên nû nexwazin divê naxwe bi mîsogerî vê pêk bînin. Dibe ku hêzên kurd li ser her tiştî li hev nekin. Lê  divê em zanibin, xalên me yên hevpar, ji yên cuda bêhtir in. Dinya û alem bi danûstandinê meseleyên xwe çareser dikin. Hêzên dijmin jî li cîhanê bi vê rêbazê diçin. Çima em wiha nekin? Êrîşa li ser Rojava, berxwedana gelê me û helwesta kurdistanî ya ku derketî holê, zemînek ji bo yekitiya neteweyî ava kir. Tevgera me her carê ji vê re hazir e. Divê êdî her kes vê rastiyê bibine. Li vir tiştekî wiha tune ku hin winda bikin û hin bi ser bikevin. Heke em bi ser bikevin hemû kurd dê bi ser bikevin. An na her kes dê bi hev re winda bike. Heke em peyama gelê xwe bi vî rengî fêhm bikn, em bawer dikin ku dê geşedanên berbiçav û xurt çêbibin.

Bi şoreşa Rojava re kurd ketin rojeva cîhanê

Heke em bala xwe bidin pêvajoya van 2 mehan, mirov dibîne ku şoreşa rojavayê Kurdistanê bandoreke çawa li ser hemû parçeyan kiriye û çi encam aniye. Kurd van 2 mehan bi qasî ku ketine rojeva dijmin, her wiha di dîroka du sed salî de  bi qasî ku nebûyî bûne rojeva raya giştî ya cîhanê. Ev, girîngî û bandora şoreşa Rojava nîşan dide. Xwedîderketina ev qasî ya li şoreşa Rojava feyde ya hemû kurdan, da dijberên şoreşê jî.

Yek ji tiştên herî girîng rewabûna têkoşînê ye

Bandora şoreşa Rojava ji hêla giyan, hîs û siyasî ve ji zû de ye sînorên parçeyan derbas kiriye. Salên 1980’yî doza Filistînê di rojeva cîhanê de bû. Dilxwaziyeke mezin ji bo doza Filîstînê çêbûbû. Niha jî di şexsê şoreşa Rojava de kurd dibine rojeva cîhanê û têkoşîna azadiya kurdan li qada navneteweyî rewa dibe. Niha yek ji tişta herî girîng jî rewabûna têkoşînê ye. Ji ber ku heke li qada navneteweyî têkoşîn hate naskirin, êdî ew doz bi ser dikeve. Li gel vê, dijwarî, êş hene û xwîn dirêje. Ev rast e. Lê ya girîng û zor ew e ku rewabûna têkoşînê were çespandin.

Serfiraziya Rojava ya hemû kurdan e

Ji ber vê, heke gelê me yê li hemû parçeyan ji bo rojavayê Kurdistanê radibe ser pêyan, ji ber ku dizane destkeftiyeke li Rojava dê serfiraziya hemû Kurdistanê be. Her wiha qelsbûna Rojava dê were maneya qelsbûna hemû kurdan. Ne ku tenê em vê dibêjin. Hemû kurd vê dibêjin, hîs dikin, dibînin. Ji ber vê jî li kuderê kurdek hebe, li cihê ku lê, li dijî êrîşên dagirker ên li ser Rojava helwesta xwe nîşan daye. Li gel vê, çawa ku hêzên dagirker Kurdistan dabeş kiribin, dagir kiribin û êrîşên qirker anîbin, em bawer dikin, ev êrîşa faşîst jî dê hemû kurdan bînin gel hev û yekitiya neteweyî çêbibe.

Bandora PKK li ser hemû Kurdistanê heye

Bêguman PKK tevgereke kurdistanî û berfireh e. Bandora PKK’ê li ser hemû Kurdistanê, ya felsefî, civakî û siyasî ye. PKK li ser tevahiya Rojhilata Navîn jî xwedî bandoreke mezin e. Ev rastiyek e. Lê mêtingeriya tirk ji bo ku êrîşên qirker û dagirker mafdar nîşan bide, vê hincetê dide pêş. Lê her kes pê dizane ku ev ne rast e.  A pêşî ji Rojava tu êrîşek neçûye ser dewleta tirk.

Erdogan li dijî statûya başûrê Kurdistanê ye

Erdogan got; ‘Me li bakurê Iraqê şaşî kir, em nikarin li bakurê Sûriyeyê jî eynî şaşiyê bikin’ û di van 6 salên dawî de, ne tenê carekê, gelek caran ev got. Baş e, li bakurê Iraqê çi bûbû? Federalîzma wir hatibû qebûlkirin. Niha tu têkiliya vê gotina Erdogan bi PKK’ê re heye? Na! Ango bi gotina xwe bi aşkareyî dibêje; ‘Ez statûya siyasî ya ji bo kurdan qebûl nakim.’ Hem jî vê li ber her kesî bi rengekî vekirî dibêje. Ev gotin, sîsika siyaseta Erdogan û dewleta tirk bi rengekî zelal vedibêje.

Dewleta tirk hemû kurdan weke dijmin dibîne

Wekî meseleya dewlet tirk ne bi kurdan re, bi PKK’ê re ye, naxwe bila mafên kurdên wir nas bike, rewabûna PKK’ê ji dest bistîne. Her wiha li Rojava bila mafê kurdan nas bike. Naxwe ne weke gotina xwe ne. Dewleta tirk ne tenê dijminê PKK’ê, dijminê hemû destkeftiyên kurdan e. Hincetên dewleta tirk a dagirker tu caran naqedin, yek biqede dê tiştekî dî çêbikin. Ji ber ku niyeta xwe ya li dijî kurdan bi zelalî dibêjin. Vekirî û bi dengekî bilind dibêjin; ‘Ji bo ku dewleta tirk li ser pêyan bimîne divê kurd nebin xwedî tu statû.’ Van hemû êrîşan ji bo wiha tînin. Ji ber ku PKK pêşengiya têkoşîna hebûn û azadiya kurdan dike, êrîşê bi ser PKK’ê de tînin. Ev berbiçav e. Gelê me ev rastî dîtiye û heqîqeta Erdogan fêhm kiriye. Êdî her kes dizane tu kes baweriyê bi derewên rejîma şerê taybet nayîne.

Şêwaza gerîlayan êdî guheriye û nexuyakirina wan dijmin ditirsîn e

Dewleta tirk li Bakur ne tenê li dijî gerîla, li dijî hemû gelê me êrîşeke giştî tîne. Lê li eniya gerîla, gerîla êdî xwe guherandiye. Şêwaz û taktîka dema nû da ber xwe û bi cih anî. Dewleta tirk vê maneyê ketiye ofsaytê. Ji ber vê ev çend hêrs bûye û tengavî bûye. Ji ber ku li her deverê li gerîla digere lê ji ber ku gerîla xuya nake, li tu deverê nabîne.

Ji ber vê dijmin qutifiye. Dijmin dixwaze gerîla mîna 2013-2014’an li qiraxên rê be, her roj li gundan be, bikeve ber dîmenan da ku îstîxbaratê bistîne û derbê li gerîla bixe. Lê şêwaza gerîlayên azadiya Kurdistanê êdî guheriye. Ji ber vê dijmin nikare cihê gerîla tespît bike.

Gerîla şopa xwe daye windakirin

Ev şêwaza gerîla planên dijmin pûç dike, serûbin dike. Ji ber vê, hûn dibinin, bi rêya medyaya şerê taybet her roj diqêrin û dibêjin; ‘Li kuderê ne, xuya nakin.’ Weke ku dîn bibin. Ev rewş nîşan dide bê ka çendî bêgav bûne. Ji ber ku gerîla ketiye şêwazeke nû û şopa xwe winda kiriye.

Erdogan Çîller derbas kiriye

Dijmin li dijî gelê me siyaseta qirkirinê dike. Tişta ku niha Erdogan û AKP-MHP dikin ji ya dema Çîller bihuriye. Hevşaredaran digirin, şaredariyan desteser dikin, her roj bi dehan mirov dixin zindanan. Ev ê heta bi kuderê biçe? Bi ev qas êrîşên dermirovî heta kengî dê li desthilatê bimînin? Aqûbeta siyaseta rejîma AKP-MHP’ê dê çi be? Çîller jî weke Erdogan fikirî û got; ‘Kurd tenê ji tundiyê fêhm dikin, ez jî encex wiha dikarim wan êsîr bigirim.’ Bi vê hişmendiyê 4 hezar gundên kurdan şewitandin, xira kirin. Bi hezaran mirov bi navê ‘kiryar nediyar e’ kuştin. Li ser gelê me îşkence, zilm û komkujiyê nedîtî kirin. Bi ban hemûyan xwestin kurdan teslîm bigirin û vîna kurdan bişkînin.

Dawiya Erdogan dê ji ya Çîller xerabtir be

Baş e encma vê siyaseta qirker û hovane çi bû? Kurd bêhtir bûne xwedî vînekê, zêdetir li şoreşa azadiyê xwedî derketin. Dema ku li ber ronkahiya rastiya dîrokî ku em li rewşa niha binihêrîn encama vê siyaseta qirker û faşîst a AKP-MHP’ê mîna ya Çîller be. Çi bi serê Çîller hatibe, dê xirabtir bi serê Erdogan û derdora wî were.

Siyaseta înkar û qirkirinê ya li ser gel û tevgera me, gel û tevgera me qels nekiriye, xurtir kiriye. Dema ku dewleta tirk kurdekî digire, îşkence dike, hêrsa wî mirovê me û gelê me li ya li dijî dewleta tirk zêdetir dibe, bêhtir girêdayî şoreşê û gerîla dibe, ji ber vê ne siyaseta li ser gelê me dê bi ser bikeve û ne jî bi êrîşa li ser gerîla dikarin encamê bistînin. Gelê me ji pêvajoyên pir giran derbas  bûye, hovîtiya ku me behsê kiriye ji nêz ve dîtiye û baş pê dizane bê ka rûyê wan ê gemarî çiye. Bi girtin û îşkenceyê nikarin vîna kurdan bişikînin. Dibe ku çend kesên sîxûr û xayin dikarin derkevin lê nikarin kurdan teslîm bigirin.

Banga ji bo hin derdorên kurdan

Dixwazim vê jî bibêjim; belkî hin serokeşîr, hin serekcerdevan, hin derdorên li bakurê Kurdistanê, ji ber zilmê, zextê xwe mecbûr bimînin ku nêzî AKP’ê bikin. Lê em ji wan re dibêjin; îxanetê li şoreşê nekin, nebin sîxûr, nebin kontra, gerîla îxbar nekin û gelê xwe îxbar nekin. Ev dewleta terorê, ev hikûmetê şerê taybet bi teqezî ji we hez nake. Tenê dixwaze we ji bo xwe bixebitîne û sibe jî we bavêje. Pêvajoya şer a 36 salan çespandina vê ya berbiçav e.  Ji bo gelê me yê bakurê Kurdistanê dikarim vê bibêjim.

Banga ji bo gelê başûrê Kurdistanê

Ji bo gelê me yê başûrê Kurdistanê jî dikarim vê bibêjim; Li ser başûrê Kurdistanê jî talûkeyeke mezin heye. Çiye ev talûke? Îstîxbarata tirk dixwaze di nav gelê me de rêxistiniya xwe bike. Heta niha êrîşên li dijî PKK’ê, peyamek e ji bo hêzên başûrê Kurdistanê. Ji ber vê, ji gelê me yê başûrê Kurdistanê divê tu kes nebe amûrê van xebatên sîxûriyê. Ji ber ku ev dewlet dijminê kurdan e. Ji bo dewleta tirk kî dibe bila bibe kurd û kurd e û dijmin e. Li kuderê kurdek hebe, dewleta tirk her demê êrîşê dibe ser wir. Ji ber vê, gelê me ji her demê zêdetir divê bihestyar be, hişyar be, xebatên sîxûriyê yê ku dewleta tirk dixwaze bike divê di dema xwe de bigihîne gerîla û wiha ji gerîla re bibe alîkar.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar