Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK’ê banga hunermend û rewşenbîran a ji bo yekitiyê silav kir

KCK’ê bi daxuyaniyekê amadekar, hunermend û rewşenbîrên ji bo yekitiyê ketine nava hewldanê silav û pîroz kir. KCK’ê bang li partiyên siyasî û hêzên çar parçeyên Kurdistanê kir ku xebatên pêkanîna yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî geş bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hewldana pêşxistina yekitiya neteweyî û kongreya netewî ya hunermend û rewşenbîran dabû destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Di salên dawî de rewşa ku gelê Kurdistanê yên li hemû parçeyan rû bi rû dibin, hesreta yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî ji herdemê bêhtir bilind kiriye. Bi taybet dewleta tirk a yek ji dijminê herî hov ê gelê kurd e di deme dawî de helwest, êrîş û dagirkeriya li Rojava ji bo yekitiya neteweyî û gavavêtinên berbiçav kiriye ku bibe yek ji rojevên bingehîn ên gelê kurd a ji bo kongreyeke neteweyî.

Xwedîderketina yekitiya neteweyî ya hunermend û rewşnebîrên berdevkên hest û wijdana gel in, ji bo yekitiya neteweyî ya ku ji bo hemû gele kurd bûye hestekî neteweyî, bûye xwedî sûdekî mezin. Di tevahî dîrokê de hunermend û rewşenbîr ji bo hesterên gelan her tim ên pêşî wan anîne ziman, xwedî lê derketine û berdêla wê dane. Hunermend û rewşenbîrên kurd bi vê sekna xwe ya ku bûye xwedî mîsyoneke dîrokî îro hestê neteweyî ya yek jî pêwîstiyên herî bingehîn ên gele kurd e, pêk aniye. Bi vê yekê rastiya hunermendan a hestên herî xweş ji nû ve derxistina holê carekî din raxistiye ber çavan.

Yekitiya neteweyî derbasî qonaxeke nû bû

Hesreteke  herî mezin a gelê kurd yekitiya neteweyî ye, nepêkanîna vê ya partiyên siyasî û hêzên din, di warê têkoşîna azadî û demokrasiye ya gele kurd tê wateya birîneke ku tim xwîn jê were. Ji ber ku dijminên gele kurd û hêzên qirker herî zêde di van rewşan de sûdê jê digirin û serweriya xwe ya li ser Kurdistanê didomînin. Mîna gotina feylezofekî, hêza yên stranan dihilberînin  ji yên hiqûqê çêdikin, ango hêza wan ji ya siyasiyan her tim zêdetir e. Me careke din jî dît ku hunermend û rewşenbîrên kurd xwedî li hesreta yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî derketin. Bi xwedîderketina hunermend û rewşenbîran yekitiya neteweyî derbasî qonaxekî nû bû. Êdî rojeveke yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî ku zextê li hemû partiyên siyasî û hêzan bike heye. Di vê wateyê de hunermend û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê tev li meşa civîna Lozanê û konsere bûne pîroz û silav dikin.

Em amadekar û kesên tev li bûn silav dikin

Rojevkirina yekitiya neteweyî ya hunermend û rewşenbîran bi meşa yekitiya neteweyî ya 7’ê kanûnê ya li Ewropayê re hê zêdetir bi hêztir bû. Em amadekar û kesên tev li meşê bûne silav dikin. Ev hewldan xebat û hewldana kesayet û saziyên ji bo yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî jî bihêztir dike. Ev hewldanên ku hunermend û rewşenbîr hêz bi dest xistî, wê her cure astengî û helwestên qels ji holê rake. Xebatên yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî ya sala 2013’an destpê kirî, divê di demê pêşiya me de bi teqez bi encam bibe. Ji bo vê divê ev hewldan neyê rawestandin, divê li hemû parçeyên Kurdistanê bigihêje gavên şênber. Di vê çarçoveyê de xebatên rêxistinên demokratîk û hêzên siyasî yên li bakurê Kurdistanê û Rojava bi teqdîr pêşwazî dikin. Di hemû xebatên li derveyî welat û hemû parçeyên Kurdistanê bi rê ve diçe û encam digire wê ji bo yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî bibe hêzekî mezin.

Xebata hunermendan dê bi xwe re encamên baş bîne

Di wê baweriyê de ne ku dê xebatên yekitiya neteweyî ya hunermend û rewşenbîr bi rê ve dibin, encamên baş bi xwe re bîne. Rojeva yekitiya neteweyî ya xebatên hunermend û rewşenbîran diyar kir ku ne tene girêdayî siyasiyan e, da nîşandan. Di vî warî de bang li hemû hêzên civakî yên demokratîk, dîsa rêxistinên jin û ciwanan, saziyên hiqûqî û kesayetan, her saziyên bawerî û rûspiyan, rêxistinên kedê, çapemaniya azad û demokratîk û hemû dostên kurdan, hunermend û rewşenbîr xwedî lê derketin û destekê bidin yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî.

Banga ji bo partî û hêzên siyasî

Em bang li partî û hêzên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku dê ji bo xebatên yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî xebatên girîng bikin, em bang li hunermendan, rewşenbîran, hemû saziyên demokratîk dikin ku di serî de ya şehîdên me, ji bo bêrîkirina hemû derdorên civakî pratîze bikin bi rolekê rabin, di vê serdemê de ku ji bo dîroka kurd pir girîng e, xebatên pêkanîna yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî geş bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar