Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Leşkerên milî yên dewleta tirk: Çeteyên DAIŞ’ê

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi aşkerayî tên naskirin ku gelek jê dema nava DAIŞ’ê de emîr bûn, cil û bergên komên çete yên OSO’yê ku girêdayî dewleta tirk in li xwe kirin, tev li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê dibin

Dewleta tirk a dagirker di sala 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê di bin sîwana OSO’yê de kom kir. Li gel starta tevgera dagirkeriyê ya 24’ê tebaxê ya 2016’an a ji Şehbayê heta Cerablusê, ji Cerablus, Exterîn, Mare û Ezazê gelek çeteyên DAIŞ’ê ser û rihên xwe qusandin û cil û bergên OSO ya di bin kontrola dewleta tirk de li xwe kirin. Di dema pêvajoya azadkirina Reqa û Dêrazorê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve bi dehhezaran DAIŞ’î derbasî deverên di bin dagirkeriya dewleta tirk û Tirkiyeyê de bûn. Dewleta Ttirk van di bin sîwana OSO’yê de bi erk kir.

Di pêvajoya dagirkirina Efrîn a di 20’ê çileya 2018’an de jî çeteyên DAIŞ’ê yên di bin sîwana OSO’yê de êdî pêwîst nedîtin ku ser û rihên xwe bi qûsînin. Ji ber ku dewleta tirk êdî OSO kiribû cîhadî. Dewleta tirk a di 9’ê cotmehê de bi êrîşên daigirkirinê ya li ser Serêkaniye û Girê Spî re beşek ji DAIŞ’iyên di bin sîwana ‘Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê’ (OSO) yê de kom kiribû, êdî pêwîst nedîtin ku xwe binixûmînin. Tevî hişyariyên MÎT’ê jî çeteyên DAIŞ’ê yên di bin sîwana OSO-SMO de li ser tevnên xwe yên civakî wêneyên xwe parvedikin û propagandaya DAIŞ’ê dikin.

Nasnameyên çend çeteyên DAIŞ’ê

Me xwe gihand nav û agahiyên hinek çeteyên DAIŞ’ê yên di bin sîwana OSO’yê de tev li dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî bûn.

Ehmed Ebûd: 33 salî ye û bi navê Ebû Şihba tê nasîn. Ji eşîra El Qelahî ya Ehmed Ebûd a navçeya Meyadin a Dêrazorê ye. Di sala 2014’an de li Meyadinê tev li DAIŞ’ê bû. 2 sal berê beriya ku derbasî herêma Şehbayê ya ku dewleta tirk dagir kiribû bibe, tev li Ceyş El Şarkiye ya ku ji DAIŞ’iyan pêk hatibû, bû. Tev li êrîşên dagirkeriyê ya Efrînê bû. Bi taybet tev li şerê li Cindirêsê bû. Ehme Ebûd piştre jî tev li dagirkeriya li Serêkaniyê û Girê Spî bû. Li vir dewleta tirk ew danî ser koma Ceyş El Şarqiye ya ku ji aliye dewleta tirk ve hatibû avakirin.

Ebû Ehmed El Qureyşî: Endamê eşîra Qaranî ye. Ji gundê El Quriyah a bejahiya Dêrazorê ye. Di nava SMO’yê de bi navê Ebû Casim û di nava DAIŞ’ê de jî weke Ebû Ehmed El Qureyşî tê nasîn. Zewiciye û 3 zarokên wî hene. Beriya ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê destpê bike di Tabûra Farûk a li herêmê de cih digirt. Piştî ku hebûna DAIŞ’ê li herêmê derket, tev li DAIŞ’ê dibe. Li El Barak a Hesekê bû perwerdekarê leşkerî yê DAIŞ’ê. Wê deme emîrê Qureyşî Ebû Jandal El Balçîkî bû. Piştre bû emîrê leşkerî yê hinek nuqteyên DAIŞ’ê. Tev li hemû şerên li Heleb û Dêrazorê bû.

Wêneyên di nava DAIŞ’ê de parve dike

Di sala 2017’an de jî bi rêya îstîxbarata leşkerî ya DAIŞ’ê derbasî Şehbayê bû. Xwarziyê wî Isûd El Şarqiye (Şarqiye Aslanlari) emîrê Idlibê bû. Ebû Ehmed El Qureyşî ê piştre tev li nava koma Şarqiye Aslanlari bû, bi awayekî aktîf tev li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a Serêkaniyê bû û niha jî li Serêkaniyê ye. Ebû Ehmed El Qureyşî yê hesabekî Facebokê yê bi navê Anas Kahlîl bikar tîne, li vir wêneyên dema nava DAIŞ’ê de parve dike.

Muhammed El Debas: Ev çete ji taxa El Ketîf a navçeya El Bukemal a Dêrazorê ye. Di sala 1988’an de ji dayik bû. Debas ku beriya şerê navxweyî yê Suriyeyê dest pê bike bi firotina fêkî debara xwe dikir. Debas di sala 2013’an de li El Bukemalê tev li nav El Nusrayê dibe, piştre dema ku Dêrazor dikeve destê DAIŞ’ê, Debas tev li DAIŞ’ê dibe. 6 meh piştre jî diçe Idlibê. Li Idlibê dîsa tev li El Nusrayê dibe. Di sala 2015’an de bi alîkariya fermandarekî El Nusra Xizhil diçe Tirkiyeyê û dîsa vedigere Idlibê. Di sala 2015’an de diçe Urdinê, hin perwerdehiyên leşkerî dibîne û tev li komên dewleta tirk dibe. El Debas tev li dagirkeriya tirk a li ser Efrîne jî dibe. Di nav komên Tûgayên Sultan Mûrad ê girêdayî MÎT’a tirk tev li dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî dibe. Tê zanîn Debas hê jî li van qadan e.

Ehmed Ednan el Rehwmî: Di sala 1998’an de li EL Bukemal a Dêrazorê ji dayik bû. Li taxa El Cimhiyat a El Bukemalê dijî û li înşeatan dixebitî. Di sala 2014’an de dema ku DAIŞ herêmê distîne tev li DAIŞ’ê dibe. Li nav DAIŞ’ê bi sûcdarkirina diziyê hate girtin û di sala 2014’an de bi malbata xwe re çû Tirkiyeyê. Dema ku dewleta tirk dest bi dagirkirina herêma Şehbayê kirî, tev li nav ‘Hêzên Mertala Firatê’ bû. El Rehwmî tev li dagrikeriya dewleta tirk a li ser Efrînê jî bû. Di nava Tûgayên Sûltan Mûrad de tev li dagirkeriya ser Girê Spî û Serêkaniyê bû.

Suud Ghayeb El Rakkad: Bi navê Selîl Şammar El Şammarî tê naskirin û bi vî navî hesabê xwe yê Facebookê heye. Ji gundê Naur ê Til Koçer ê Dêrikê ye. Ji eşîra Şemar e. Dema şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê dike, li Til Koçerê tev li nav OSO’yê bû. Di sala 2014’an de jî tev li DAÎŞ’ê dibe. Suud Ghayeb li nav DAIŞ’ê, fermandarê leşkerî yê HOL’ê bû. Piştî ku salekê li nav DAIŞ’ê ma, çû Tirkiyeyê.

Kete nav çeteyên bi navê OSO’yê ku di nava ‘Hêzên Mertala Firatê’ yên dewleta tirk de bûn. Di 20’ê çileya 2018’an de jî dema ku dagirkeriya tirk a li ser Efrînê dest pê kir û di 9’ê cotmehê de dema ku dagirkeriya tirk a li ser Serêkaniyê dest pê kir, di nav koma çete ya Ehrar Şarqiye de cih girt. Birayê wî yê bi navê Ghayip El Reqqad jî di nav Ehrar El Şarqiye de ye. Niha li Mebrûkayê ye.

Ehmed Ebu Qutade: Ev çete ji navçeya Saliye ya Dêrazorê ye. Di sala 2017’an de li Xisbê karê DAIŞ’ê dikir. Niha jî di nav çeteya Ehrar Şarqiye de ye. Ev koma çete girêdayî dewleta tirk e. Dema tev li êrîşa dagirker a li ser Girê Spî û Sulukê bûyî, ji dîmenên ku wî par ve kir hate naskirin.

Çavkanî: Berîtan Sarya/ QAMIŞLO-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar