Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Windayên me awêneya pergalê ye’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ên Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftan pêk anîn. Di çalakiyê de hat gotin ku windayên wan awêneya pergalê ye û xwestin kevirek wan ê gorê hebe

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan li bajarên Amed, Êlih û Stenbolê ji bo dîtina windahiyên xwe û darizandina kiryaran çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin çalakiya xwe di hefteya 767’an de dewam kirin. Dayikan xwest li Meydana Galatasarayê çalakî lidar bixin lê polîsan wek her hefteyê dîsa destûr neda. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe lidar xistin. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê Kanûna sala 1993’yan de li navçeya Siwêrega Rihayê di binçavan de hat windakirin, pirsîn.

‘Mafên me tên tunekirin’

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî behsa binpêkirina mafên mirovan kir û wiha got: “Mafê me yê destûra bingehîn tune tê hesibandin. Êdî bes e, ji bo em bigihîjin windayên xwe û edaletê em dewleta hiqûqê dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê, keça Taşkaya, Serpîl Taşkaya diyar kir ku 26 sal in ew di nava vê têkoşînê de cih digirin û ev tişt anî ziman: “Em ê vê têkoşîna xwe dewam bikin. Bavê min û însanên din ji aliyê hêzên bêwesf û bêwîjdan ve hatin qetilkirin û windakirin.”

‘Em vê mirinê qebûl nakin’

Kurê Taşkaya,  Şerîf Taşkaya jî anî ziman ku bavê wî li cihek ku bi sedan şahid hene hatiye binçavkirin û wiha got: “Me li Rihayê tu tiştek bi dest nexist. Me di sala 1995’an de li Meydana Galatasarayê dest bi lêgerîna windahiyên xwe kir. Mehmet Agar û Tansû Çîler qatilên windayên me ne. Bûye ku êdî em li wê serdemê digerin. Windayên me awêneya pergalê ne. Her çiqas nexwazin vê awêneyê bibînin jî lê em li vir in. Duh salvegera qetilkirina bavê min bû. Me bavê min di salvegera 26’emîn de bi bîr neanî. Çimkî em vê mirinê qebûl nakin.”

‘Bila kevirekî me yê gorê hebe’

Li Amed û Êlih xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan çalakiyên ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin ku her hefte roja şemiyê li dar dixin berdewam kirin.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên ÎHD’a Amedê di hefteya 565’an de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’  li pêş avahiya ÎHD’ê berdewam kirin. Di çalakiyê de parazvanên mafên mirovan, xizmên windayan û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya ku di 6’ê kanûna 1993’yan de li Sîwerega Rihayê ji aliyê leşker, polîs û endamên eşîra Bucakan ve hat rewandin û windakirin, pirsîn.

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin diyar kir ku xizmên windayan bi salan e bi hesreta gora zarokên wan hebe têdikoşin û wiha got: “Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin winda bên dîtin. Em dixwazin peymana li dijî windayên bi zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bikin. Windakirina bi zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tu carî divê dem li ser vê yekê derbas nebe. Sed sal di ser windabûna mirovan re derbas bibe jî divê dîsa faîl bên darizandin.”

Her wiha birayê Huseyîn Taşkaya, Faîk Taşkaya jî diyar kir ku ji sala 1993’yan heta niha serî li her derê dane lê heta niha encam bi dest nexistine.

Aqûbeta Mahmut Kaya pirsîn

Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê ya Êlihê di hefteya 471’an de li pêş avahiya ÎHD’ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de pankarta ‘Dê hesabê komkujiya Mereşê bê pirsîn’ ya di 23’yê kanûna 1980’an de pêk hat, vekirin û aqûbeta Mahmut Kaya yê di komkujiyê de winda bû pirsîn.

Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê Abdurrezzak Katmaz diyar kir ku 471 hefte ne ji bo winda bên dîtin kom dibin û xwest winda bên ditin. AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar