Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xelkê Qeladizê: Ger em yek bûna dê tu kesî nekariya bombe li me bibarandana

Welatiyên Qeladizê anîn ziman ku gelê kurd yekitiya xwe ava kiriye lê aliyên siyasî ji hev parçe ne. Welatiyan destnîşan kir ku ger yekitî bê avakirin, hewcehiya kurdan bi tu kesên din nîne û dê hemû welat bibin dostên wan

Welatiyên navçeya Qeladizê têkildarî girîngiya yekrêziya di navbera hêzên kurdistanî û yekitiya neteweyî de ji Rojnewsê bi Mihemed Hesen re axivîn. Welatiyan destnîşan kir ku gelê kurd ji bo yekitiya neteweyî amade ye.

Ji welatiyan Xalîd Resûl anî ziman ku di vê serdema hestiyar de divê aliyên siyasî ji bo yekitiya neteweyî xemeke cidî bixwin. Resûl wiha dom kir: “Di nava 20 salên borî de, gavên baş hatine avêtin. Lê ji ber hinek sedaman lidarxistina kongreya neteweyî hate paşdexistin û astengkirin. Piraniya gelên cîhanê xwedî netewe û biryara xwe ne. Gel ji bo mijarên neteweyî xwedî yek denge. Di dema êrîşên li ser Rojava de hemû kurd rabûn ser pêyan û ciwanan berê xwe da Rojava. Ev jî nîşan dide ku gelê kurd yek e. Lê aliyên siyasî ne yek in.”

‘Hinek hêz pêşî li yekitiyê digirin’

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mehmûd Ebdullah jî bi lêv kir ku her tim li ser gelê kurd metirsî heye û wiha pê de çû: “Herî zêde di vê rewşa hestiyar de pêwîstî bi yekitiya kurdan heye. Di dîrokê de her tim ji ber kar û xebatên malbatên ku li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, kongreya neteweyî nehat lidarxistin. Tenê tevgera azadîxwaz a gel ji bo yekitiya neteweyî xebitî. Ev hêz jî ji bo yên li pey berjewendiyên xwe digerin dibe derbek. Lewma zehmete ku ev hêze bikevin bin sîwana kongreya neteweyî.”

‘Ger em yek bin hewcehiya me bi tu kesî nîne’

Raber Mihemed jî têkildarî mijarê nêrîna xwe anî ziman û wiha derbirî: “Gelê kurd hevgirtî ye. Yên ku bi parçeyî tevdigerin aliyên siyasî ne. Ger hemû hêz û alî yekbûna dê êdî bombebaran kirin pêk nehatibûna. Dê welatê me nehatibûya dagirkirin. Ger hevgirtî nebin dê gelê kurd ziyanên mezin bibîne. Hinek aliyên siyasî dijberiya parçeyên din ên Kurdistanê dikin. Ev jî nahêla yekitiya neteweyî pêş bikeve. Ger em pişta hev bigirin, wê demê hewcehiya me bi tu kesî namîne. Ger em bibin yek dê hemû welat bibin dostên me.” RANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar