Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Zarokên Efrînê gul danîn cihê hevalên xwe

Zarokên Efrînê yên ku koçberî Til Rifatê bûn hevalên xwe yên di komkujiya Til Rifatê de şehîd bûn bi bîr anîn. Di bîranî de zarokan gul danîn şûna hevalên xwe yên şehîd

Zarokên Efrînê yên koçberî navçeya Til Rifatê bûn îro li dibistana navçeya Til Rifatê kom bûn û hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn. Zarokan wêneyên hevalên xwe, gul û çîçek danîn cihê ku hevalên xwe yên ku bi êrîşên dagirkeriya tirk li Til Rifatê şehîd bûn.

Di bîranînê de mamosteyê dibistanê Evdil Hemîd axivî û wiha got: “Em êrîşên dewleta tirk a li ser gelê me şermezar dikin û sersaxiyê ji malbetên şehîdan dixwazin. Dijmin dibistanan topbaran dike. Ev hefteyek e her tim derdorê dibistanê dike hedefa xwe. Her roj li dibistanê tije zarok bûn û tim bi kêf û şahî bûn. Dijmin xwest vê şahiya li ser rûyê zarokan bikuje.”

Piştî axaftina mamosteyê dibistanê, zarokan weneyên hevalên xwe yên şehîd û gul danîn cihê hevalên xwe. Zarokan dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Ey şehîd pênûsa we dê li erdê nemîne’ berz kirin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar