Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

‘Ji bo ku Til Rifatên nû pêk neyên divê kurd yekitiya xwe ava bikin’

Welatiyên Helebçeyê bi çalakiyekê komkujiya dewleta tirk a li Til Rifatê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de welatiyan wiha got; ‘Em Helebçeyî baş ji êş û azaran fêhm dikin. Ger ku kurd naxwazin Helebçe, Enfal û Til Rifatên din pêk bên, divê yekitiya xwe ava bikin.’

Dewleta tirk a dagirker di 2’yê kanûnê de navenda Til Rifatê topbaran kir. Di encama topbaranê de 8 jê zarok bi giştî 10 sivîl hatin qetilkirin û 12 sivîl jî bi giranî birîndar bûn. Ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifatê, welatiyên Helebçeyê li ber avahiya Rêxistina Mafên Mirovan a Helebçeyê çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de welatiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Soran Hisên ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Hisên wiha got: “Di sedsalên borî de, dijmin û dagirkerên Kurdistanê her roj li welatê me bi navekê gelê me qetil dike û komkujiyan dike. Di çend rojên borî de, li rojavayê Kurdistanê bi destê artêşa tirk a dagirker careke din kurd hatin qetil kirin. Di nav kesên hatine qetilkirin de zarok jî hebûn. Em Helebçeyî baş ji êş û  azaran fam dikin. Lewma em van komkujiyên li ser gelê xwe şermezar dikin.”

Banga ji bo siyasetmedarên kurd

Bi berdewamî jî Hisên welatên cîhanê şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Van hêzan çavên xwe ji bûyerên wiha re girtin. Neteweyên Yekbûyî xwe li bêdengiyê daniye. Weke şêniyên Helebçeyê em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet Wezareta Mafên Mirovan dikin ku ji bo rawestandina dagirkeriya li dijî rojavayê Kurdistanê xebatên cidî bikin. Em bang li hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê jî dikin ku ji bo lidarxistina kongreya neteweyî bi erka xwe rabin. Ger hev negirin dê her roj Helebçe, Enfal û Til Rifateke din bi serê me bê.”

Welatiyan her wiha daxwaznameyek pêşkêşî Ofîsa Rêxistina Mafê Mirovan kirin. HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar