Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li ser rûyê zarokan xemgînî û dipirsin; ‘Erdogan ji me çi dixwaze?’

Zarokên Til Temirê dest bi pêvajoya xwendinê kirin. Li ser rûyê zarokan xemgînî heye û pirsên weke ‘Erdogan ji me çi dixwaze?’ dikin. Mamosteyên dibistanan jî hewl didin bi rê û rêbazên cuda zarokan ji derûniya şer dûr bigirin

Bi destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê re, bi dehhezaran xwendekar jî ji mafê xwe yê perwerdeyê bûn. Ji ber êrîşên dagirkeriyê bi sedhezaran welatî ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn û li herêmên din ên Rojava bi cih bûn. Ji koçberan gelek jê ji neçarî li dibistanan hatin bicihkirin. Piştî ku kampa Waşokanî hate avakirin û dema xwendina zarokan dest pê kir, koçberan berê xwe dan kampa Waşokanî. Lê li Til Temirê perwerdeyê dest pê kir. Lê zarok bifikar û bi tirsin. Zarokên ku ji hovîtiya dewleta tirk bi bandor bûn, her tim bi wê derûniyê tevdigerin.

Li hêla din hejmara xwendekaran kêm bûye. Êrîşên dagirkeran ên li ser Til Temirê hê jî didomin. Tevî van êrîşan jî xwendekar berê xwe didin dibistanan. Li Til Temir û gundên wê bi giştî 126 dibistan hene. Lê ji ber ku koçber lê hatine bicihkirin, gelek dibistan ji pêvajoya xwendinê re nehatine vekirin. Li dibistanên heyî jî perwerde bi zimanên kurdî û erebî tên dayîn.

‘Erdogan ji me çi dixwaze?’

Yek ji van dibistanan jî ya Dibistana Meyselûnê ya Til Temirê ye. Îsal vê dibistanê bi 102 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir. Li ser rûyê hemû zarokan xemgîniyek heye. Yek ji van xwendekaran jî Maya Ferhan e. Ferhan di pola 4’an de ye û dixwaze bibe mamosteya zimanê kurdî. Maya bi çavên hêsir wiha dibêje: “Ji ber êrîşên dewleta tirk hevalên me ji dibistanan dûr ketin. Gelek hevalên me koçber bûn û em ji hev belav bûn. Erdogan ji me çi dixwaze? Em zarok in û tu zirara me nîne. Hemû der talan kirin û hevalên me qetil kirin. Tevî êrîşan jî ez dixwazim hemû hevalên me bên dibistanê. Niha dema xwendinê ye, ne dema rûniştina li mal e.”

‘Em hewl didin ji derûniya şer dûr bigirin’

Zarokên ku beriya êrîşê lîstikên cur bi cur dilîstin, niha gelemperî lîstikên şer dilîzin. Mamosteyên dibistanê hewl didin derûniya zarokan baş bikin. Tekildarî derûniya zarokan mamosteya zimanê kurdî Cîhan Yûnis wiha dibêje: “Tevî êrîşan jî hejmara xwendekaran baş e. Em hewldidin xwe bigihînin zarokên ku nehatine dibistanan. Ji bo başkirina dêrûniya zarokan hewldanên me hene. Bi rêya werzîş, çand û hunerê em hewl didin ji derûniya şer dûr bixin. Em naxwazin di nav êrîşan de zarokan perwerde bikin. Lê em neçarin. Hêvîdarim hemû malbat zarokên xwe bişînin dibistanan û ji mafê wan ê perwerdeyê bêpar nehêlin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar