Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Fînlandiyayê 100 hezar kedkar ketin grevê

Ji ber ku di navbera karsazan û sendîkayan de lihevkirin di peymana tomerî de nehate kirin zêdeyî 100 hezar kedkar sibeha Duşemê ketin grevê

Vûokko Pîekkala ku navbeynkarê bêalî ye ragihand, sendîkayan pêşniyara saziya karsazan Endustriya Teknolojiyê qebûl nekirin ku saziyê pêşniyar kir ji bo 2 salan di asta 1,6 pûanî de mûçe bên zêdekirin.

Ji ber vê yekê jî sê federasyonên karker, karmend û karmendên payebilind ên li sektora pîşesaziyê sibeha Duşemê saet di 06:00 de dest bi grevê kirin.

Federasyona Karkerên Înşaetê û Federasyona Karkerên Elektrîkê jî ragihandin ku ew daxwaza kedkarên pîşesaziyê mafdar dibînin û wê bikevin grevê. Bi vî rengî hejmara karker û kedkarên ketin grevê gihîşt 100 hezar kesî.

Di peymana ku sala 2016’an de li sektora pîşesaziyê hate îmzekirin sendîkayan qebûl kirin ku karker di nava salê de 24 saetan bêpere bixebitin. Ev tawîza ku ji bo zêdekirina hêza hevrikiyê ya li bazara pîşesaziyê ya Fînlandiyayê hate pêşkêşkirin, bû sedema nerazîbûnan.

Karsaz dixwazin pêkanîna karê bêpere yê 24 saetan di peymana nû de hebe, lê sendîka li ber radibin. HELSÎNKÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar