Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Saziyên Şengalê pêşniyarên xwe radestî Lijneya Guherandina Makeqanûnê kir

Partî, rêxistin û saziyên Şengalê pêşniyarên ji bo ku mafên gelê êzdî di Makeqanûnê de bên bicihkirin, pêşkêşî Lijneya Guherandina Makeqanûnê ya Iraqê kirin

Bi destpêkirina çalakiyên gelê Iraqê yên ji bo guherandina pergalê, di demên dawî de nîqaşên li ser Makeqanûna Iraqê hatibûn destpêkirin. Li ser vê yekê jî Lijneya Guherandina Makeqanûnê hatibû avakirin. Bi avakirina lijneyê re, rêveberiya Şengalê jî bi armanca ku mafên civaka êzdî di destûrê de bên bicîhkirin, komîteyek ava kiribû. Komîteya ku demek beriya niha dest bi xebatan kiribû, têkildarî mafên civaka êzdî dosyayek amade kir û li Bexdayê pêşkêşî Lijneya Guherandina Makeqanûnê kir.

Daxwazname û pêşniyarên hatine pêşkêşkirin wiha ne:

“Ji bo Lijneya Guhertina Destûra Bingehîn;

Pêşniyarên der barê guhertina destûrê de

Pêkhateya êzdî ji kevintirîn gelên li welatê di navbera her du çeman (Mezopotamya) de ye. Êzdiyan piştevaniya avakirina şaristaniya Iraqê kir. Her wiha parastina dîroka gelê Iraqê wekî şaristaniya Babil, Asûr, Akad û şûnwarên wê kir û hê jî nûnertiya dîroka Iraqê dike. Debara xwe bi sewalvanî, çandinî û çêkirina alavên rojane dikirin. Lê mixabin ji ber encamên destwerdanên hêzên derve û hundirîn ên Iraqê û kiryarên tundiyê li dijî pêkhateya êzdî, me parçeyek ji şaristaniya xwe winda kir û her wiha me hevbeşiyên bingehîn, jiyana birûmet û rûmeta civaka Iraqê di parastina hev du de jî winda kirin.

Em wekî nûnerên civaka Êzidî ên Partiya Demokrasî û Azadî ya Êzdiyan (PADÊ), Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Êzdî, Tevgera Jinên Azad ên Êzdî, Navenda Çanda Şengalê, Komeleya Piştevaniya Jinên Êzdî, Rêxistina Însanî ya Gelê Şengalê ku ji bo azadiya gelan têdikoşe van Van daxwazên xwe ji we re pêşkêş dikin;

* Di destpêka Makeqanûnê de benda ‘Qirkirina Pêkhateya Êzdî’ lê bê zêdekirin.

* Pêwîste li destpêka Makeqanûnê de ev hevok lê bê zêdekirin; ‘Sîstema Hikûmetê sîstemeke komarî, federal û demokrasiya piralî ye.’

* Di destûrê de bê gotin ku di hemû saziyên dewletê de sîstema hevserokatiyê were pêkanîn.

* Di Destûrê de xala, ‘Hemû saziyên dewletê yên perwerde, leşkerî, ewlekariyê di mijara erkdarkirina kesan de bêalî bin û partîzaniyê nekin.’

* Xalek bêzêdekirin ku hemû rayedarên dewletê rewşa xwe ya madî aşkera bikin.

Madeyên ku pêşniyar tê kirin bên sererastkirin wiha ne;

Xala 1:

Komara Iraqê dewleteke yekgirtî, federal, serbixwe û yek parçe ye.

Xala 2:

1- Guhertina madeyê li gorî pirrengiya olî ya li Iraqê.

Wekî xwe bimîne.

Wekî xwe bimîne.

2- Wekî xwe bimîne.

Xala 3:

Li gorî bingeha madeyê, neteweya êzdî di nava neteweyên Iraqê de tê sepandin.

Xala 4:

Zimanên erebî û kurdî, zimanên sereke yên Iraqê ne û ji mafên Iraqiyan e ku zarokên xwe bi zimanên tirkmenkî, suryankî, ermenkî û êzdî di saziyên perwerdeyê yên hikûmetê de fêr bikin.

Xala 9:

Zêdekirin li ser benda taybet: Ji ber ku parastina xaka Iraqê dikin, îtîraf bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û dayîna taybetmendiyên wê tê kirin.

Xala 12:

A duyemîn, roja 3’yê meha 8’an weke roja betlaneya fermî lê bê zêdekirin û bikeve nava betlaneyên fermî li rêziknameyê ji bo rêzdariya ji qurbaniyên pêkhateya êzdî.

Xala 49:

Ya yekemîn li gorî bingeha madeyê; divê kursiyên pêkhateya êzdî li gorî piraniya şêniyan zêde bibin.

Xala 4:

Nûnertiya her du zayendan ji sedî 40 be.

Xala 92:

Ya duyemîn: Dadgeha Yekitiya Bilind ji gelek dadger, pispor û feqiyên qanûnê pêk tê.

Xala 108:

Li gorî bingeha madeyê; nûjenkirina Desteya Serbixwe ya ku bi taybet ji bo sûcên DAIŞ’ê, kar û barên rizgarkirî û revandiyên êzdiyan hatiye avakirin.

Xala 116:

Li gorî naveroka madeyê; Şengal û Deşta Nînowayê weke 2 parêzgehên nenavendî yên girêdayî hikûmeta federal werin nûjenkirin.

Xala 125:

Mafên rêveberî, siyasî, çandî, perwerdeyên neteweyên cur bi cur ên weke tirkmen, keldan, aşûr, êzdî û tevahî pêkhateyên din li ser xalê bên zêdekirin û bên aktîfkirin.

Li gorî madeya 125’an, nûjenkirina herêm û parêzgehên nenavendî ji neteweyên navborî re li gorî erdnîgariyê.

Bi hêviya şopandin û pêkanîna tişta li ser me û ragihandina wê ne… Spas dikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar