Polîsên tirk gefê li malbatên ku zarokên wan di nav refên PKK’ê de ne dixwin û ji malbatan dixwazin ku bila biçin zarokên xwe bînin
Li Wanê û navçeyên wê hemû çalakiyên demokratîk hatine qedexekirin û di demên dawîn de piştî ku hemû şaredarî hatin desteserkirin û qeyûm li ser şaredariyan hate wezîfedarkirin, êdî zextên li ser gel jî zêde bûye. Cezayê pereyan li mirovan tê birîn, gef li wan tê xwarin û tên binçavkirin. Yên ku tên binçavkirin bi rojan di nezaretxaneyê de dimînin, îşkence li wan tê kirin û malbat jî nayên agahtarkirin.
Her wiha niha polîsên dewleta tirk li Wanê gef li malbatên ku zarokên wan di nav refên PKK’ê de ne dixwin û ji malbatan dixwazin ku zarokên xwe bînin.
Têkildarî mijarê malbateke ku zarokê wan di nav PKK’ê de ye, ji ajansa ANF’ê re axivî û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî di saleke dawîn de, zextên dewletê zêdetir bûye. Di nava hefteyekê de du yan jî sê caran bi ser malê de digirin. Çêran li zarok û jinan dikin. Ji me re dibêjin ‘Zarokên we li ku ne, çima hûn naçin naynin, hûn ê van zarokan jî mezin bikin û bişînin çiyê’ Dixwazin me bidin tirsandin. Em ji van zextên wan natirsin û baweriya me ya ji doza me zêdetir dibe.” WAN