Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Erka hemû kurdan li dijî dagirkeriyê yekitî ye’

Welatiyên Helebçeyê dan zanîn ku dewleta tirk her tim dijbertiya gelê kurd kiriye û bang li hizbên kurdan kir da ku dijî dagirkeriyê yekbin û xwedî yekhelwest bin

Welatiyên bajarê Helebçeyê li ser giringiya yekitiya netewî ya li dijî dagirkeriyê axivîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Hemereza diyar kir ku çi li başûr çi jî li rojavayê Kurdistanê be, armanca Tirkiye zelal e. Hemereza destnîşan kir ku bi salane bi taybetî jî piştî rûxîna Osmaniyan û hatina Atatûrk, bi aşkerayî dewleta tirk dijberiya kurdan kiriye û da zanîn ku niha rejîma Erdogan, ji bo têkbirina kurdan kar dike û naxwazin kurd bipêşve herin.

Di axaftina xwe de Hemereza bang li hemû hizbên Kurdistanê, rêxistin û gelê kurd kir û da zanîn ku tenê erkek wan dijî dagirkeriya dijmin heye ew jî yekitî, yekdengî û yek helwestiye Û ji hemû kurdan xwest ku hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û li dijî dijmin Kurdistanê biparêzin.

Welatiyê bi navê Îqbal Enwer jî da zanîn ku hemû welatên ku Kurdistanê parçe kirin, nahêlin kurd li ser pêyên xwe bisekinin, ji ber ku li gorî wan ger ev yek pêk were, dê berjewendiyê wan zirerê bibîne. Enwer banga yekitiyê li hemû kurdan kir û da zanîn ku divê aliyên siyasî berjewendiyên xwe yên bi welatên dijber re bidin aliyekê.

Her wiha Enwer bang li xelkê başûrê Kurdistanê jî kir û diyar kir ku divê xelkê Başûr li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û xwedî li Rojava derkevin. HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar