Heyeta KNK’ê ji bo guftugokkirina yekitiya neteweyî û pêkanîna kongreya neteweyî serdana Nûnertiya HDP’ê ya li başûrê Kurdistanê kir
Serdanên heyeta KNK’ê yên ji bo guftugokkirina yekitiya neteweyî û lidarxistina kongreya neteweyî, li başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Bi heman armancê şandeya KNK’ê serdana Nûnertiya HDP’ê ya li başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê kir.
Li gorî agahiyan di civînê de behsa yekitiya nav mala kurdan hatiye kirin û hat zanîn ku HDP’ê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê yên ji bo yekitiya netewî aniye ziman.
Têkildarî serdana KNK’ê Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Abid Îke kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku armanca wan û KNK’ê yeke û li bakurê Kurdistanê jî ji bo yekrêziya partiyên kurdan hewldan tên kirin. HEWLÊR